logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

‘Karl Marks ê Ciwan’ li ser perdeya spî ye

  • Dîrok: 07/03/2017
  • Beş: Serbest

ALÎ GULER

Pêşengê Sosyalîzmê, afînerê fikrekî nû: Karl Marks… Wî bi fikir û ramana xwe mora xwe li dîroka cîhanê xist. Ev mora wî ew qas bi tesîr e ku heyanî roja me ya îro jî ji aliyê gelek kesan ve tê nîqaşkirin…

Derhêner Raoul Peck jî bi fîlmê xwe yê bi navê Le jeune Karl Marks (Karl Marks ê Ciwan) ketiye nav van nîqaş û gengeşayan. Fîlm behsa jiyana Karl Marks a di navbera salên 1844 û 1848’an de dike. Fîlmê li ser jiyana Karl Maks û Friedrich Engels cara yekemîn ji aliyê Galina Serebryakova ve di sala 1965’an de li Yekîtiya Sovyetê bi nave “Jiyana selek” hat kişandin. 52 salan bi şûn ve, ev film ji aliyê derhênerê bi eslê xwe ji Haîtiyê, Paoul Peck ve hatiye kişandin. 

Derhêner Peck heta niha di nava wan de mijara komkujiya Ruwanda jî, jiyana gelek diktatorên afrîkî aniye ser perdeya spî. Derhênerê xwedî nasnameya çepgir û muxalif Paoul Peck, niha jî fîlmê Karl Marks ê Ciwan tîne ser perdeya spî û balê dikişîne ser ciwaniya pêşengê Sosyalîzmê… Fîlmê ku senaryoya wî ji aliyê Pascal Bonitzer ve hatiye nivîsandin, rola Karl Marks daye August Diehl, ya Friedrich Engels jî daye Stefan Konarske. Rola jina Karl Marks, Jenny von Westphalen jî para lîstikvan Vicky Krieps ketiye.

Naverokeke berketî

Fîlm 3’yê Adarê li tevahiya Ewropayê ket vizyonê. Lê berî vê yekê galaya fîlm a cîhanê li 67’emîn Festîvala Navnetewî ya Berlînê (Berlînale) li dar ket. Min cara yekemîn li wir li fîlm temaşe kir. Mijara fîlm, reva Karl Marks a 26 salî ku ji Almanyayê sirgûn dibe û hevnasîna Friedrich Engels û xebata bi wî re ye. Di heman demê de fîlm li ser gengeşiya di nava komên cur bi cur de jî disekine û atmesfora demê jî nîşan dide. Serpêhatiya fîlm, sala 1844´an li Almanyayê li navenda rojnameyeke dest pê dike. Polîs bi ser vê rojnamê de digirin û Karl Marksê ciwan ê 26 salî direve. Piştre ji bo Karl Marks û hevjîna wî Jenny salên sirgûn û jiyana qaçaxî ya li Parîsê dest pê dikin. Marks li vî bajarê navenda karker, muxalifan e di demeke kurt de dikeve nava nîqaş û gengeşeyan. Lê tu carî nikare fikrê xwe bi van der û doran bide pejirandin. Marksê ciwan ji xwe nakeve nava nîqaşê kolan û qehwexaneyan. Ji bo wê, her roj û şev dixwîne û dinivîsine, fikrê xwe bi pêş dixe.  Marks, rojek li Parîsê Friedrich Engels nas dike. Engels ê xwedî kincên xweşik û delal, kurê fabrîkatorekî ye û li ser jiyana karkerên Brîtanyayê lêkolînek kiriye. Di vî warî de xwedî fikrekî ye. Ew her du ji wê rojê bi şûn ve dibin heval û dost. Engels, dibe perçeyê kêm ê di jiyana Karl Marks de. Her du êdî bi hêztir in, dikevin nava gengeşî û nîqaşên tund ên bi komên xwedî fikrên cur bi cur. Fikra Karl Marks û hêza Friedrich Engels, îdeolojiyeke nû derdixe holê. Jiyana wan êdî di navbera Parîs, London û Brukselê de diçe û tê. Reva ji polîsan, nîqaşên di civînan de, şevên bi xwendin û nivîsanê re wekî avê diherikin.

Marks dibe pêşengê komunîzmê

Friedrich Engels di jiyana Karl Marks de dibe kêliyek ku jiyana wî diguherîne. Mirov difikire gelo Engels nebaya Karl Marks dibû Karl Marks, bê guman ev mijara nîqaşê ye. Bi rastî derhêner Raoul Peck çîrokek ew qas giranbuha bi estetîka sînemayê û kûrbûna li ser jiyana Karl Marks ev berhem baştir kiriye. Rola her duyan baş nîşan daye. Civîna Karl Marks a li Londonê bi hewldana Engels çêdibe ku Marks mora xwe lêxistiyê. Ji wê rojê bi şûn ve navê Karl Marks êdî wekî pêşengê Komunîzmê belav dibe. Xebatên Das Kapîtal, Manîfesto ya Komunîzmê û pêşengiya hereketa karkêren Ewropayê… Derhêner Raoul Peck, jiyana Karl Marxks û Friedrich Engels a di navbera salên 1844 û 1848’an de bi zimanekî zelal, hunerî û estetîk aniye ser pêrdeya spî.

Bi rastî jî fîlmê “Karl Marks ê Ciwan” hêjayî dîtinê ye. Nexasim jî di van roj û salên zehmetiyê de ku cîhan di nav qeyranek de nemaye ku bixeniqe. Jixwe, di galaya fîlm de Stefan Konarske, di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana cîhanê û got: “ Di dema me ya îro de pêdiviya me bi Karl Marks heye.”  Bi rastî ev gotin gelek balkêş û di cîh de ye… 

07.03.2017, Yenî Ozgur Polîtîka


Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Helbestvan Arjen Arî hat bibîranîn

ad

Îbrahîm Tatlises kanalek vedike

ad

Baş dibe! Baş dibû! Her ku diçû kurmancî şaş dibû!

ad

Demîtaş birin Amedê û vegerandin

ad

Xelatên Globa Zêrîn 2024

ad

Xelata Nobelî ay Edebiyatî da Abdulrazak Gurnehî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname