Li Arjantînê fûtbol di grevê de ye
Diyarname
Lîstikvanên fûtbolê yên li Arjantînê ji ber ku ev demek dirêj e pere nagirin dest bi grevê kirin û derneketin maçan.
Maçên Lîgên 1'emîn û 2'yemîn ên Arjantînê gere 5'ê meha borî dest pê bikira lê ji ber qeyrana di navbera federasyonê û kanalên ku maçan diweþînin de maç ji bo 3'yê adara 2017'an hatibûn talûqkirin. Gere duh maç bihata lîstin lê lîstikvan derneketin maçan.
Duh divê maçên serdema duyemîn a Lîga 1'emîn di navbera Rosario Central-Godoy Cruz û San Lorenzo-Belgrano bihata lîstin. Lê lîstikvan derneketin maçan û maç hatin bi paþ ve xistin.
Yekîtiya Fûtbolkarên Arjantînê ragihand ku ger pereyên lîstikvanan neyên dayîn dê grev bdome.
Di sala 2009'an de kanalên maçan diweþînin ketibûn nav qeyrana aboriyê û ji ber þîdeta li nav fûtbolê Federasyona Fûtbolê ya Arjantînê (Asociación del Fútbol Argentino / AFA) û hikumetê peymanek bi navê "Futbol Para Todos" (Ji bo her kesî fûtbol) grê dabû û maç bê þîfre dihatin weþandin.
AFA'yê îsal mafê telîfa lîgan bi 25,21 mîlyon dolarî firotibû. Hikumetê beþek ji pereyan dabû û gotibû beþa din ew dê dawiya serdemê bide. Ev çar meh bûn ku listikvanan pere nedigirt.