Diyarname
Derhêner Asif Kapadia ku heta niha belgefîlmên "Senna" û "Amy" kişandibû, herî dawî jî par fîlmê "Alî & Nîno" kişandibû niha jî dest bi amadekirina belgefîlmê Maradona kir.
Derhêner Kapadia li ser amadekirina belgefîlm gotiye ku wî ji jîrekî, karakter, dirustî, dilhenûnî, azwerî henekwariya wî tesîr girtiye û ij bo vê yekê dest bi amadekirina belgefîlma wî kiriye. Kapadia wisa dibêje, "Maradona çû ku derê, di hemû dema kariyera xwe de mikemelî û dram bi hev re jiyaye, ew her derê dijî pergalê derketiye."
Derhêner Kapadia dest bi belgefîlm kiriye lê hê nediyar e dê kengê belgefîlm bikeve vîzyonê.