Diyarname
Parêzerê Serokê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela ê bi navê Essa Mousa (Îsa Mûsa) ku di heman demê de dostê kurdan bû îro wefat kir.
Dema Mandela girtî bû parêzer Essa Mousa ew diparast. Mousa di sala 1984'an de Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû. Parêzer Mousa li Ewropayê beşdarî gelek çalakiyên kurdan bûbû û piştgiriya kurdan dikir. Wî di heman demê de di nav "Însiyatîfa Azadiya ji bo Ocalan a Navneteweyî" de cih digirt. Par komek ji 11 kesî ya Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ji bo bi Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike hatibû Tirkiyeyê ku Mouse jî di nav wan de bû.
Essa Mousa demek berê ji ber nexweşiyê rakiribûn nexweyxaneyê û îro wefat kir.