Diyarname
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ber Kosolosxaneya Tirkiyeyê ya Rotterdamê û li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Laheyê hat ba hev û "zordariya li ser rojnamegeran" şermezar kirin.
Şaxa PEN'ê ya Almanyayê, Yekîtiya Çapkirina Pirtûkan û Komeleya Weşangeran û Rojnamegerên Sînornenas daxwaznameyek li ser "Li Tirkiyeyê azadiya ramanê di bin tehdîdek cidî de ye" ku 111 hezar kesî îmze kiriye dan Serokwezîra Almanyayê Angela Merke.
Her wiha li gor nûçeya rojnameya Cumhuriyetê rêxistinên çapemeniyê roja 27'ê mehê saet 15'an de dê li Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) ya li Cagaogluya Stenbolê bên ba hev û bibêjin "zordariya li ser girtina agahiyan ji holê rakin û rojnamegerî ne sûc e".
Di civînê de TGC, IPI (Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî) PEN'a Swêdê, Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, Article 19 û Komeleya Rojnamegerên Ewropayê dê bêne ba hev.
Niha li Tirkiyeyê 151 rojnameger girtîne. Par Tirkiye di warê girtina rojnamegeran de derket pêş. Di rêza azadiya çapemeniyê ya navneteweyî de daket rêza 151'ê.