Diyarname
Hunermend Aramê Dîkran li Yewnanistanê li mala xwe ji nişke ve nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Hate gotin ku mejiyê Dîkran miriye.
Li gor agahiyên ku hatin Dîkranê 75 salî vê sibê saet 07.30'yan de li mala xwe ya li Atînayê ji nişke ve nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya Van Gelismos. Hate gotin ku dilê Dîkran sekinî bû, lê bi elektro şokê dil dîsa xebitî lê "mirina mejiyê" pêk hat.
Li gor gotina dixtoran xwîna wî heta 15 dereceyan zirav bûye û ew li mejiyê belav bûye.
Li nexweşxaneya Atînayê jina wî û kurd li ber in, zarokên wî yên li Amerîka û Belçîkayê jî ji bo bên cem wî ketine rê.
Dîkran di Newroza 2009'an de li Amedê ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyê û bi rojan li nexweşxaneyê hatibû dermankirin.
Hunermend Aramê Dîkran di 15'ê rêbendana 1934'an de li Qamişloyê hatibû dinê. Di hunermendiya xwe ya 55 salan de wî bi kurdî, ermenkî, tirkî stran got. Dîkran ku bi eslê xwe ermen bû zêdetir bi kurdî stran distra. Du keç û kurekî wî heye.