Amed
Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) ku navenda wê li Amedê ye li ser referandûmê lêkolînek kir. Vane daneyên ku SAMER'ê parve kirin:
- Lêkolîn di navbera 7-12'yê vê mehê hatiye kirin.
- Bajarên wekî Qers, Îdir, Semsûr, Çewlig, Riha, Amed û Wan jî di nav de li 16 bajaran lêkolîn hat kirin.
- Bi giştî ligel 1112 kes rû bi rû hevdîtin hat kirin ^Fu pirs hatin pirsîn. Di encamê de NA derket.
- Di encama anketê de sedî 57,4 gotiye ewê di referandûmê de dengê "NA" bidin, sedî 25 gotiye "Erê", sedî 7,6 bêbiryar bûne û sed3i 4,4 jî gotiye ewê neçin deng nedin. Her wiha sedî 5,5 jî bersiv nedane.
- Dîsa sedî 61,2 kesî gotiye ev guherina zagona bngehîn ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê nabe derman.
- Sedî 39,7 AKP'yiyan, sedî 81'ê CHP'yî, sedî 90,4 hilbijêrên HDP'ê û sedî 64 hilbijêrên MHP'ê gotine di dema OHAL'ê (Rewşa Awarte) de referandûm nabe û di rewşek wisa de dijî referandûmê derketine.
- Li ser pirsa "Vê yekşemê referandûm çêbe hûnê dengek çawa bidin jî hilbijêrên HDP'ê sedî 89,7, hilbijêrên CHP'ê sedî 75,7 û hilbijêrên MHP'î sedî 68 gotine ew dê dengê NA'yê bidin.