Cemil Oguz
Kurdê ji Kirmanşanê, hostayê muzîkê Keyhan Kelhûr vê carê ji bo konserek girîng tê Stenbolê.
45'emîn Festîvala Muzîkê ya ku ji aliyê ÎKSV (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê li darxistin îsal di navbera 29'ê gulanê û 21'ê pûşperê de li dar dikeve. Surprîza festîvalê ji bo kurdan konsera kurdê Kirmanşanê Keyhan Kelhûr (li gor festîvalê Kayhan Kelhor) e.
Keyhan Kelhûr di sala di sala 1963'yan de li Kirmanşanê hatiye dinê; hostayê kemançeyê ye û muzîka klasîk a kurdî û farisî di asta bilind de amade û pêşkêş dike. Ew li Tehranê mezin bûye û niha li dinyayê wekî kompozîtorê muzîka kurdî û farisî tê nasîn.
Kelhûr di 13 saliya xwe de bûye endamê Orkestraya Neteweyî ya Radyo û Televîzyona Îranê lê di jiyana xwe de her li ser muzîkê lêkolîn kiriye. Demekê ji bo lêkolînên muzîkê çû Xorasanê ku hejmarek bilind kurd lê dijîn. Paşê ji bo xwendina muzîka klasîk a rojavayî li paytexta Îtalya Romayê û li paytexta Kanadayê Ottowayê maye.
Kelhol kompozîtorî û muzîkjeniya hunermendên wekî Şehram Nazerî kiriye. Ji Tirkiyeyê jî heta niha wî ligel Erdal Erzîncan gelek xebatên hevpar kirine.
Albuma wî ya yekemîn di sala 1997'an de bi navê "Xezal" derketiye. Wî heta niha di nav 26 albuman ku hin ên wî û hin jî ligel hinên din amade kirine yan jî wî di nav de cih girtiye. Ew niha li Amerîkayê dijî û endamê Koma Silk Road e.
Li ser Kelhûr van rojên dawî du xeberên xweş ketin rojeva muzîkê. Yek jê êvara 12'yê mehê di şeva xelatdayîna xelatên muzîkê Grammy de bû. Di wê şevê de "Xelata Albuma Muzîka Dinyayê ya Herî Serketî" Yo-Yo Ma & The Silk Road Ensemble bi albuma "Sing Me Home" girt. Kelhûr jî yek ji kedkarên vê koma Silk Road e. Û xebere xweş a din jî niha hat: Ew dê bê Stenbolê û di nav konserek taybet de cih bigire.
Li gor bernameya Festîvala Muzîkê Keyhan Kelhûn, Derya Turkan û Sokratis Sinopoulos dê di projeyek de bên ba hev. Projeya ku ji bo vê festîvalê hatiye amadekirin navê "Gulistan" lê kirine. Derya Turkan ev 25 sal in ligel Kudsî Erguner di projeyan de cih digire, wî di gelek cihên navdar ligel orkestrayan konser daye, ji bo gelek fîlman muzîk çêkiriye. Sokratis Sinopoulos jî muzîka Bîzansê û gîtara klasîk bi awayekî serketî pêşkêş dike. Ew hê jî muzîka demotiko û rembetîko yên yewnan ligel koman derdixe ser dikê, her wiha ji bo lîstikên şanoyê û lîstikên reqsê muzîkan çêdike. Ev her sê hunermendên hêja di projeya "Gulistan" de roja 02.06.2017'an li Bexçeyê Mewlewîxaneya Galata ya li Beyogluya Stenbolê bên ba hev û konsera xwe pêşkêş bikin. Bilêtên konserê ji bo xwendekaran 40, û bilêtên din jî bi 90-120 TL'yî têne firotin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.