Diyarname
Serokên Juriya Neteweyî ya 36'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê diyar bûn. Di beşa Pêşbaziya Neteweyî de Yagmur Taylan û Durul Taylan ên bira dê serokatiya juriyê bikin.
Her du Taylanên bira heta niha ji bo sînema û TV gelek xebat kirine. Wan yekem car di sala 2003'yan de fîlmê xwe yê mejrajdirêj bi navê "Okul" (Dibistan) kişand, paşê bi "Kuçuk Kiyamet" (Qiyameta Biçûk) dom kirin. Di bi fîlmê xwe yê sêyemîn "Vavien" di Festîvala Fîlman a Stenbolê de xelata Fîlmê Herî Serketî û Xelata FIPRESCI girtin.
Wan ji bo TV gelek proje kişandin ku yek ji rêzefîlmên wan "Yabanci Damat" 106 beş dom kir. Rêzefîlmê wan "Muhteşem Yuzyil" li dinyayê tam ji aliyê 200 mîlyon temaşevanî ve hat temaşekirin. Ew niha ji bo kanalek taybet rêzefîlmê "Vatanim Sensîn" (Welatê min tu yî) dikişînin.
Taylanên Bira niha bûn Serokê Juriya Pêşbaziya Neteweyî ya Festîvala Stenbolê. Ligel wan lîstikvan Nejat İşler, nivîskara roman, çîrok û şanoyê Sema Kaygusuz, derhênerê dîmenê Emre Erkmen û vesazkar Çiçek Kahraman di nav juriyê de cih digirin.
Jurî di warê fîlm, derhêner, lîstikvanên jin û mêr, senaryo, dîmen, vesazkirin, muzîk û xelata taybet bi giştî di 9 waran de fîlm û kesên xelatgir diyar bikin.
Fîlmê herî serketi 150 hezar, lîstikvanên jin û mêr 10 hezar TL dê xelatê bigirin. Xelata Taybet a Juriyê ku îsal li ser navê Onat Kutlar tê dayîn dê 50 hezar TL wekî xelat bê belavkirin. Her wiha Tubork AŞ ji bo xelata Derhênerê/a Herî Serketî 50 hezar TL pere dide.
36'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê di meha avrêlê de li dar dikeve.
Foto: Muhsîn Akgun
**
Nûçeya Eleqedar:
- 'Anayurt Otelî' bi awayekî nûkirin dê bê nîşandayîn