Diyarname
Zanîngeha Kadir Has lêkolînek kir û bi encamên balkêş bi dest xist. Zanîngeh her sal bi sernavê "Lêkolîna Meylên Siyasî-Civakî yên Tirkiyeyê" lêkolînek dike, encamên lêkolîna wan a 2016'an hat eşkere kirin. Vane notên ji lêkolînê:
- Piştgiriya ji bo pergala parlemenî li gor pêrar sedî 16.2 daketiye û bûye sedî 52.7.
- Sedî 55'ê mirovan gotiye divê serokomar di mijarên siyasî de bêalî.
- Îro hilbijartin çêbe: AKP sedî 44.6, CHP sedî 23, MHP sedî 10.1, HDP sedî 5.4.
- Sedî 43 piştgirî daye 'serokomarê bi partî'.
- Sedî 71'ê beşdaran gotiye qeyrana aborî heye, sedî 21.1 wisa nafikirin. Ji hilbijêrên AKP'ê sedî 60.2, ji hilbijêrên HDP, CHP, MHP'ê sedî 80'ê zêdetir dibêjin qeyrana aborî heye.
- Piştî hewldana derbeyê sedî 59.8 kesî piştgirî daye OHAL'ê (Rewşa Awarte) lê sedî 48.5 naxwazin OHAL bê dirêjkirin.
- Di OHAL'ê de sedî 41.7 piştgirî didin çewsandina ser rojnamegeran lê sedî 44 dijî zordariya li ser rojnamegeran derdikevin.
Kiliçdaroglu ji Bahçelî hindiktir serketî ye
- Yên ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim serketî dibînin sedî 45.5, yên Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli serketî dibînin sedî 18.6, yên Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu serketi dibînin sedî 15.1, yên ku Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş serketî dibînin sedî 6.6 derketiye.
- Yên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan serketî dibînin sedî 48.5, yên serketî nabînin sedî 28.1.
- Yên ku bawerî bi Artêşa Tirkiyeyê tînin sedî 47.4 derketiye ku ev rêje pêrar sedî 62.4 bû. Baweriya bi meclisê sedî 46, bi hikumetê sedî 45,6 derketiye.
Kes bi dadwerî bawerî nayne
- Yên ku baweriyê bi darazê tînin sedî 35.5 derketiye.
- Sedî 50 dibêjin daraz bûye siyasî.
- Saziya ku herî hindik bawerî pê tînin sedî 15.1 çapemenî derketiye. Partiyên siyasî jî di nav saziyên ku herî hindik bawerî pê tînin de derketiye.
Tirkiye ne welatek demokratîk e
- Yên ku difikirin ku Tirkiye welatek demokratîk de tenî sedî 35.6 in. Sedî 28 dibêjin demokrasî lawaztir dibe, sedî 20.4 dibêjin ber bi demokratîkbûnê ve diçe, sedî 8.3 dibêjin demokratîkbûn bi cih bûye, sedî 7.7 dibêjin demokrasî nîn e.
- Sedî 44.5 dibêjin bila îdam bi paş ve bînin, sedî 30.2 dij derdikevin.
- Sedî 61.7 dibêjin Tirkiye bi awayekî siyasî parçe bûye, ji CHP'ê sedî 79.4 di wê baweriyê de ne. Ev parçebûn jî wekî parçeyek laîk, parçeyek misilman dibêjin.
- Yên ku dibêjin pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê "teror" e sedî 35, yên dibêjin têkoşîna bi FETO re sedî 25.2, yên dibêjin betalî sedî 10.5.
- Sedî 37.6 gotine dûvikên FETO'yî li nav AKP'ê ne. Sedî 23 gotina li nav CHP'ê, sedî 7.4 gotine li nav HDP'ê û sedî 1.3 gotine li nav MHP'ê ne.
- Sedî 76.1 gotine DAIŞ ji bo Tirkiyeyê tehdîd e.
- Sedî 45.7 piştgirî dane Yekîtiya Ewropayê (YE), pêrar ev sedî 65.1 bû. Yên ku bawerî pêdianîn ku dê Tirkiye bibe endamê YE'yê ji sedî 38.3 daketiye sedî 27.