Diyarname
Arkeologan şûrek dîtin ku berî 2300 sal hatiye çêkirin û hê jî wekî nû be dibiriqe.
Arkeologan li bajarê Chengyang ê Çînê Şûrek dîtin. Şûr li nav heriyê bû, derxistin dîtin ku hê jî zingar nedîtiye. Berevajî zingargirtinê hê jî tûj e, dibiriqe û hema bibêje di astek mikemel de ye. Komek ji Enstîtuya Arkeolojî û Bermahiyên Çandî ya Eyaleta Henan a Çînê wêne û vîdyoyên şûr di tora civakî ya Çînê "Weibo" de belav kirin.
Ev çekê ku mirovan bi keda xwe çêkiriye tê texmînkirin aîdê Serdema Şerên Dewletan a Çînê (Berî Mîladê 475-221) ye. Di vê demê de Xanedana Zhou li heşt welatan hatibû parvekirin û ev dewlet her di nava xwe de di şer de bûn.
Rêberê komê Wu Zhijiang ji bo rojnameya Dail Mail axiviye û wisa gotiye: "Xwediyê şûr di nav tabûtek ji textan hatiye çêkirin de hatibû veşartin ku şûr jî danîne cem. Li vê derê gorên antîk bi giştî li cihek bi nêm in û têkilî bi dinyayê re nîn e."
Ev şûr di 30'ê meha borî de hatiye dîtin û piştî di Weibo de agahiyên wî hatin belavkirin hat gotin ku bila sala 2017'an wekî vî şûrî "bibiriqe" û "têk neçe".
Ev gora ku şûr jî têde dîtine 25 kîlometre li bakurê Eyaleta Henan e lê nehat diyarkini ku ev gor aîdê kî ye. Li Henanê qraliyeta Chu ya antîk lê hebû.
Ji malpera "Nereye.com.tr" hatiye girtin