Diyarname
Bavê hevalê me Dawut Ozalp Abdî Ozalp vê êvarê wefat kir.
Apê Abdî Ozalp heta çend meh berê jî li ser xwe bû, lê nexweşiya pêre bêyî hay jê hebe mezin bûbû. Ev çend meh bûn li ser kezeba apê Abdî Ozalp dilopek reş hatibû dîtin. Dixtorên li Wanê li ser teşhîsa wê parçeyê xebitîn. Paşê ew anîn Stenbolê û li Stenbolê jî dixtoran kir ku teşhîsek bikin. Ji bo teşhîsê divê parçeyek ji wir bigirta, teşhîs bihata kirin û dûre dermankirinê dest pê bikira. Li Wanê hewldan çêbûn lê ji ber bunyeya apê Abdî Ozalp lawaz bû dixtoran nekarî parçeyek jê bigirin û teşhîsê bikin. Pêşî derman dan ku heta hinek bê ser xwe. Lê roja 14'ê mehê êvarkî li Wanê wefat kir.
Em wekî hevalên Dawud Ozalp bi vê xeberê gelek xemgîn bûn. Em ji bo apê Abdî Ozalp ji Xwedê rehmê dixwazin û hêvî dikin dê cihê wî bihuşt be. Di serî de hevalê me Dawûd ji bo hemû malbat û hezkiriyên Apê Abdî aramiyê hêvî dikin.