Diyarname
Marlborough Gallery tabloyên wênesazê kurd Ahmet Guneştekîn dibe New Yorkê û pêşangehek mezin vedike.
Ahmet Guneştekîn bi dehan salan e li ser wêneyê xebata xwe didomîne. Heta niha li gelek welatan wêşangeh vekiriye. Û tabloyên wî di nav tabloyên herî buha yên wênesazên dinyayê de ne. Di vî warî de ew di nav 250 wênesazên ku tabloyên wî herî buha têne firotin. Guneştekîn bi xeta xwe ya taybet, bi xêz û rengên xwe, bi mîtolojî û çîrokên di nav tabloyên xwe de neqiş dike derdikeve pêş. Û bi van taybetiyên xwe niha bi pêşangehek din vê carê li New Yorkê derdikeve pêşberî hunerhezan.
Pêşangeha Guneştekîn a bi navê "Rêwîtiya ji Rojhilat Ber bi Rojava ve" 11'ê vê mehê li New Yorka DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) vedike. Kuratoriya pêşangehê Matthew Drutt dike. Di vê pêşangehê de Guneştekîn teknîkên çilpîne bikar aniye û gelek parçeyên nû wekî tabloyên optîk û pircureyî, karên seramîk û metal, berik (kilîm), xalîçe pêşkêş dike, û helbet rengên wî yên zindî yên li ser tabloyan...
Kurator Matthew Drutt dibêje ku ji bo mirov berhemên Guneştekîn fêm bike divê mirov ji şikil wêdetir ber bi çavkaniyên ku jê têr dibe, sûde digire here. Ew dibêje di vê çavkaniyê de cîhana ku çandên cuda derxistiye holê, her wiha gelek çîrokên bandora wan li ser civaka me ya îro heye hene. Di dawiyê de Drutt vê dibêje, "Ji ber van yekan Guneştekîn cureyek hunermend-fîlozof e."
Wênesaz Ahmet Guneştekîn ji par ve li ser tabloya Zulqerneynê dixebetî; di tabloyê de bi sedan qiloçên hatine bi cih kirin, çîroka Zulqerneyn ku hem di Tewrat, hem di Quranê de heye ji vê tabloyek mezin, cuda û balkêş derxistiye pêş.
Ji bilî vê objeyên din bi kedek mezin hatine çêkirin, dîsa tabloya "Rûberîkirin", "Konstantîniye" tabloyên derdikevin pêş in. Tabloya "Konstantîniye" ku li Stenbolê li ber AVM'yek hatibû çikandin ji ber êrîşa hin tundrewan tablo hat rakirin niha li New Yorkê bi awayekî azad dê bê pêşkêş kirin. Pêşangeh heta 4'ê reşemiyê li dar e.
Guneştekîn herî dawî di meha 11'an a par de beşdarî Contemporary İstanbul bûbû.
Ji bo kesên eleqedar:
Ahmet Guneştekîn, "Rêwîtiya ji Rojhilat Ber bi Rojava ve"
Marlborough Gallery
40 West 57th Street, New York, NY 10019
11 Rêbendan - 4 Reşemî 2017