Sîrwan H. Berko*
Rastî girîngtirîn mercên rojnamegeriyê ye. Her rojnamegerek bi rêzgirtina li rastiyê wêne û rasteqîniya alavên ragihandinê mîsoger dike. Berevajî wê: çi rojnamegerê ku xwendevan, guhdar an temaşevanan dixapîne, ziyaneke mezin digihîne vê pîşeya pir girîng ji bo civakeke demokrat û hişyar.
Di “Bûltena Rojava” ya Rûdawê de (07.01.2016) rastî hat binpêkirin. Çi çêbû?
Mistefa el-Meşayix siyasetgerekî kurd e. Ew li Qamişlo dijî. Bêjerê (pêşkeşvan) “Bûltena Rojava”, Dilbixwîn Dara, ji temaşevanên xwe re got ku ew “niha diçin Qamişlo”, da ku bi Mistefa el-Meşayix re hevpeyvînek pêk bînin. Bêjer bi awayekî axivî, hest da bîneran (temaşevanan) ku ew vê hevpeyvînê bi awayekî zindî pêk tînin. Lê wî hesabê taximê kontrolê nekiribû. Hîn Dilbixwîn Dara peyva xwe bi dawî neaniye, dengek din derdikeve, ji mêvanê bernameyê re pirsekê dike. Ew kes li cem mêvan rûniştibû, lê ne diyar bû. Ango hevpeyvîn tomarkirî bû, ne zindî bû. Bi vê şaşîtiya teknîkî poxê bernameyê derket. Temaşevan hat xapandin.
Ne tenê ev. Rûdaw li Rojava qedexe ye. Bi biryareke Birêvebeiriya Xweser a Demokrat li Rûdaw û kanala erebî Orient News karê li Rojava hatiye qedexekirin. Ji xwe ev biryar azadiya ragihandinê binpê dike. Lewra ez wê şaş dibînim.
Lê tevî vê qedexeyê, Rûdaw di rêya tevna partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî hevpeyvîn û bernameyan li Rojava çêdike. Hevpeyvîna bi siyasetvan Mistefa el-Meşayix jî berî bernameyê hatibû tomarkirin. Kalîteya dîmenên hevpeyvînê jî bilind bû. Lewra ew ne zindî bû. Ji ber ku Rûdaw nikare di rêya satalaytê re bi awayekî zindî ji Rojava bi awayekî zindî hevpeyvînan pêk bîne, ew an bernameyan tomar dike, an mêvanên xwe di rêya skype re bi awayekî zindî beşdar dike.
Rûdaw çima wisa kir?
Bi texmîna min ji bo nîşan bide ku ew tevî qedexeya li ser wê li Rojava, dikare hevpeyvînekê bi awayekî zindî ji Rojava pêk bîne, bêyî ku înternetê bikar bîne. Ango mesele nîşandana hêzê ye. Lê mixabin wê karek pir amatorî kir. Ne layiqî televîzyoneke mezin a girîng û ya xwedî îmkanên bêsînor wekî Rûdawê ye. Bi taybetî ku bêjer Dilbixwîn Dara xwedî ezmûneke mezin e di warê xebata televîzyonê de.
Kanî exlaqên ragihandinê?
Ez dikarim bêjim ku tu televîzyoneke kurdî li gor exlaqên (etîk) ragihandinê kar nake. Ew bêtir alav in di destên partiyên siyasî de, ji bo şerê li dijî partiyên kurdî yên din.
Rojnameger gerek rê nedin binpêkirinên rastiyan. Dilbixwîn Dara gerek bû qebûl nekiriba ku temaşevan bê xapandin. Û eger xapandin gerek be jî (nizanim çima xapandin gerek e!?), tika ye xapandinê bi awayekî pîşeyî bikin da ku hûn keviran li coga xwe nexin!
* Damezrîner û Rêvebirê Giştî yê Radyoya ARTA FM, ku li Rojava bi çar zimanan weşana xwe dike.
Vaye ew hevpeyvîna Rûdawê: