Cemil OGUZ
Vaye ma salek din jî li dû xwe hişt. Di vê sala me li dû xwe hişt de jî weşanxaneyên kurdan ber xwe dan. Me dîsa lîsteya pirtûkên bi kurdî amade kir lê mixabin 2016 ji 2015'an kêmtir pirtûk hatin weşandin.
Weşanxane nebûn alîkar
Ji bo pêşekê divê bibêjim weşanxane di amadekirina lîsteyek wisa de bi têra xwe ne alîkar in. Ji 16’ê meha borî ve bi mail, telefon û peyaman min xwe gihandiye weşanxaneyan, hin jê bi çend caran… Yên ku hê jî lîsteya xwe neşandine hene. Di dawiyê de min ev lîste amade kir. Vê jî bibêjim îhtîmala kêmasiya lîsteyê sedî 5-10 e.
Nivîskarên derketine pêş
Di nav nivîskarên herî zêde pirtûkên wî/ê derketine îsal du kes hene Yakup Meşe û Rênas Jiyan. Yên Yakup Meşe 3 romanên wî ji Weşanên J&J’yê derketine. Rênas Jiyan jî bi sê pirtûkên cuda yek helbest, yek roman û yek raman cudabûnek nîşan daye. Ji vê jî wêdetir Rênas Jiyan di wanê “di salek de weşandina çapa duyem” de mohra xwe li salê da. Romana wî “Spîtama” îsal derket û payîzê bi çapa duyem derket pêşberî xwendevanan. Ger em qala wergerê bikin 6 pirtûkên civaknas Îsmaîl Beşîkçî ji bo kurdî hatin wergerandin û bi vî awayî wî jî cihek taybet girt di nav lîsteyê de.
Weşandina pirtûkên berê
Weşanên Avesta nivîsên Celadet Alî Bedirxan ên di Ronahî û Hawarê de hatibûn weşandin li gor beşên wan tasnîf kirine û wekî 5 pirtûkên Bedirxan pêşkêş kirin: ‘Memozîna Xanî’, ‘Şîretbêj’, ‘Stranvan’, ‘Rûniştiman’, ‘Yên ko xizmeta însaniyetê kirine’.
Weşanên Lîsê jî 3 roman 2 novelên nivîskar Wezîrê Eşo ku berê hatibûn weşandin li vir hemû bi hev re yekem car gihandin xwendevanan û di nav vê beşa cuda de cih girt.
Yên keda mezin dane
Ji weşanxaneyan Weşanên Hîva ji bo zarokan xebatê dike. Hîva 9 pirtûk ji bo zarokan pêşkêş kirine. Di nav Hîva de yê keda wî derketiye pêş Murat Yapici ye ku ew pirtûkan xêz dike ku ev pirtûk nivîskarên wan cuda bin jî xêzkar heman kes e. Ev kedek mezin e ji aliyê Yapici ve hatiye dayîn. Her wiha Weşanxaneya Morî jî ji bo zarokan kedek baş daye, bi 8 pirtûkên zarokan ketiye nava lîsteyê. Ji nivîskaran Ziya Avci jî kedek baş daye. Avci bi şeş pirtûkên ku kirine kurmancî bi keda xwe di nav lîsteyê de cihek taybet digire.
Ji weşanên li ser kirmanckî (zazakî) weşanê dikin Weşanên Vate û Weşanên Roşna îsal jî xizmeta xwe ya ji bo kirmanckî kirin û pirtûkên kirmanckî weşandin.
Di vê bibêjim ji ber meseleya kayyûmê û tevliheviyê min nikarî xwe bigihînin Şaredariyên Bajarên Kurdan ku çi pirtûk çap kirine. Tenê yên Şaredariya Wanê di vir de hene.
Çend pirtûk û cureyên wan
Ev du sal bûn li dor 250 pirtûk dihatin weşandin îsal bi giştî 190 pirtûk hatine weşandin; daketinek berbiçav heye. Ji van 51 jê helbest in ku dîsa herî zêde helbest hatine weşandin. Dûre bi 35’an roman û bi 22’yan çîrok tên. Îsal pirtûkên lêkolînê û yên li ser folklorê jî balê dikişînin lê bi taybetî lêkolîn li gor salên borî zêdetir bûne.
Ji weşanxaneyên herî zêde pirtûk weşandine herî zêde bi 39 pirtûkan weşanên Lîs û dûre weşanên J&J bi 35 pirtûkan tê. Di serî de Avesta, Do, Nûbihar, Peywend gelek weşanxaneyan ji par kêmtir pirtûk weşandine.
Vaye bi temamî lîste:
AR:
1- Çû / Cesîm Soylu / Roman
2- Dengbêj Çîrokên Kliman Radyoya Êrîvanê / Mihemed Ava / Lêkolîn
ARAM:
1- Ez ê we me / Riza Kazici / Helbest
2- Stranên Rîtmîk ên Radyoya Erîwanê / Amadekar: Cewad Merwanî / Lêkolîn
3- Cîhana Ajalan / Nail Demîr / Zargotin
4- Ji Dîrokê Dîrokeke Ehmedê Xanî / Laleş Çelîker / Lêkolîn
5- Şîretname / Zeynel Abidînê Arîkele / Zargotin
AVA
1- Leyla Tiyarî / Remezan Bakur / Roman
2- Sermest e Dema Evînî / Ganî Turk / Roman
AVESTA:
1- Sindoqa Dirûnê / Gulîzer / Helbest
2- Încas / Hamid Omerî / Helbest
3- 20:39 / Ciwanmerd Kulek / Roman
4- Li Çiyayên Andê / Mario Vargas Llosa / Werger: Ciwanmerd Kulek / Roman
5- Lîlav / Weysel Tirpan / Çîrok
6- Mîrza Mihemed (Gurzek Çîrok ji Herêma Serhedê) / Berhevkar: Nîhat Oner / Folklor
7- Edebiyata Swêdî (Bi kurdî û tirkî) / Firat Cewerî / Wêje
8- Mewlûda Mela Huseynê Batêyî - Metnê Rexneyî û Lêkolîn / Zîwer Îlhan / Lêkolîn
9- Selaheddîn, Serokatî-Stratejî-Dijberî / David Nicolle / Wergera ji ingilîzî: Aynur Kaş / Lêkolîn
10- Memozîna Xanî / Celadet Alî bedirxan
11- Şîretbêj / Celadet Alî Bedirxan / Folklor (Ji Hawar û Ronahî)
12- Stranvan/ Berhevkar: Celadet Alî Bedirxan / Floklor (Klam stran)
13- Rûniştiman / Celadet Alî bedirxan / Dersên Cexrafyayê
14- Yên ko xizmeta însaniyetê kirine / Celadet Alî Bedirxan / Portre û biyografî (Ji Hawar û Ronahî)
15- İkinci Xanî - Xaniyê Duyem Hacî Qadirê Koyî / Kadri Yıldırım/ Lêkolîn
BELKÎ:
1- Dîn û Şîn / Rênas Jiyan / Helbest, Belkî
2- Meşa Ewran / Felek Perîşan / Helbest
3- Spîtama / Rênas Jiyan / Roman
4- 496 / Çorê Arda / Roman
5- Beranê Çargurçik / Siyajîn Aramî / Çîrok
6- Nav / Burhan Tek / Çîrok
7- Bêhzûriya di Şaristaniyê de / Sigmund Freud / Wergera ji Almanî; I. B / Psîkolojî
8- Ponijîn / Rênas Jiyan / Raman
DO:
1- Rondikên Binefşê / Occo Mahabad / Helbest
2- Hînkirina Kurdî / Resûl Geyîk / Ziman
EVRENSEL BASIM YAYIN:
1- Heftê û du nefî / Arjen Arî /Helbest
2- Ev ne pif e tif e /Roşeng Rojbîr / Helbest
3- Raperîn / Bahattin Cesur / Roman
4- Seyfo (Bi kurdî, tirkî, îngilîzî û suryanî) / Îsmaîl Dîndar / Çîrok
5- Hêviyên Qeto Qeto / Îsmaîl Dîndar / Çîrok
6- Bêpar (bi kurdî û tirkî) / Cuma Boynukara / Wergera ji bo kurdî: Fehîm Işik / Şano
ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ
1- Çîrokên Gelêrî yên Kurdan / Berhevkar Zekî Akdag / Folklor
2- Pirço / Orhan Budak / Çîroka Zarokan
HÎVA:
1- Pilingo / Tîrêj Zana
2- Bafiroka Şîn / Abdullah Yapici
3- Bajaerê Zarokan / Ristem Felat
4- Masîkê / Mem Bawer
5- Batirsok / Mem Bawer û Abdullap Yapici
6- Bajarê Rengîn: Amed (Pirtûka Boyaxkirin)
7- Kulîlk (Seta Pêşdibistanê) / Aynur Ozbay
8- Rengîn, Hînkirina rengan (Seta pêşdibistanê) / Ayşe Kiliçkaya
9- Sêgoşe û Çargoşe / Roza Metîna
J&J:
1- Beso/ Halis YURTSEVER / Helbest
2- Dilê Kûvî / Muqades AGIRÎ / Helbest
3- Du dil yek evîn / Kahraman OGUZ / Helbest
4- Birîna kûr / Feyzî ZANA / Helbest
5- Berbang / Leyla ŞÊR / Helbest
6- Çavçên şevînî / Çetin LODÎ / Helbest
7- Çavên zeytûnî / Ednan DOGAN / Helbest
8- Cizîr û ceng / M. Masum BÎLGÎÇ / Helbest
9- Jana dilê min û welatê min / Harun TUTUŞ / Helbest
10- Jina ji ximalê / Amedê XURSÎ / Helbest
11- Paytextên êşê / Necat BAYSAL / Helbest
12- Qesra helbestên xemgîn / Arjen EREZ / Helbest
13- Ristiyên veşartî / Avjen ARGEŞ / Helbest
14- Şaneşîna dil / Feysel OZDEMÎR / Helbest
15- Stêrkên Xayîn / Dinçer ÇANKAYA / Helbest
16- Stranên evîna azad / Seyda PERÎNÇEK / Helbest/Stran
17- Û hêdîka hûn ê ji kirasê xwe derkevin / Şêro DALÎNÎ / Helbest
18- Xemzêm / A. BEDIR / Helbest
19- Ez û min / Omer DILSOZ / Roman
20- Ax û xwîn / Mehmet YAVUZ/ Roman
21- Bagerên reş / Kovan SINDÎ / Roman
22- Destana Çemê Çetelê û Îbo Begê Parsînî / Yakup MEŞE / Roman
23- Perîşan û Xelîl Beg & Sindiyanê Talo / Yakup MEŞE / Roman
24- Xezala Mendol Axa / Yakup MEŞE / Roman
25- Leylana Kesk / Aynur ARAS / Roman
26- Çavek / Kahraman OGUZ / Çîrok
27- Dadgeha evînê / Feysel OZDEMÎR / Çîrok
28- Maha / Hecî NEHSAN / Çîrok
29- Meytê li ser rê / Cengîz EKER / Çîrok
30- Xelweta kalbûnê / Yaşar AKSU / Çîrok
31- Rewşa kurdên êzdî / Hayrettin EKÎNCÎ / Lêkolîn
32- Rojavayê Kurdistanê / Mahfuz NAZAR / Lêkolîn
33- Arjenîka / Hecî NEHSAN / Hêçan/Cerebe
34- Gotinên pêşiyan (Ji herêmên Serhed û Behdînan) / Kerem SERHATLI / Ferheng
35- Bi kurtahî dîroka êzdiyên Ermenistanê / Eskerê Boyîk / Lêkolîn
LÎS:
1- Xewna Dawî / Berken Bereh / Helbest
2- Teyrikên Jirêketî / Rabindranat Tagor / Kurdîya wê Omer Resûl, erebiya wê Dimitri Avgeherinos (Ligel Îngilîzîya wê bi sêzimana) / Hebest
3- Gazîya Welat / Evdirehîm Rehmî Hekarî / Helbest
4- Xewle ye xewn? / Mîtan Şareza / Helbest
5- Banga Cegerxwîn Ji Gorê / Suad Cegerxwîn / Helbest
6- Dema ku bi pinpinîkan şa dibin / Xoşman Qado /Helbest
7- Nêrgiza Lam û Elîfê / M. Zahir Ertekin / Helbest
8- Dîwan / Şêx Evdilqadirê Hezanî / Amadekar: Mela Birhanê Tarînî / Dîwan
9- Keştiya Bayê / Selîm Temo / Helbest
10- Sê deng / Selîm Temo / Helbest
11- Hespên Reş Bayên Sorgewez / Burhan Sonmez / Wergera ji tirkî: Xelîl Semed / Roman
12- Xwezî / Serkan Birûsk / Roman
13- Gerîneka Guernicayê / Yildiz Çakar / Roman
14- Kefîyên Cihêreng / Mahir Bagok / Roman
15- Sîtava Tariyê / Omer Dewran / Roman
16- Hêlange / Şaqob Tilermenî / Roman
17- Çîyayên Bi Xwînê Avdayî / Bavê Nazê / Roman
18- Tosinê Ûşan / Wezîrê Eşo / Roman
19- Sîber / Wezîrê Eşo / Roman
20- Qirme / Wezîrê Eşo / Roman
21- Îtbarî / Wezîrê Eşo / Novel
22- Hosta Hovhannês / Wezîrê Eşo/ Novel,
23- Kolonîya Tawanê / Franz Kafka /Werger Fatih Aydin / Çîrok
24- Dayîk Amîda / Şeyhmus Diken / Ji Zimanê Tirkî Mem Wenda/ Çîrok
25-Lata Lêron / Tahir Taninha / Çîrok
26- Jineke Laşqot / Ebas Mûsa / Wergera ji zimanê Erebî: Evdo Şêxo / Çîrok
27- Boxeyê Birîvayê / Evdo Şêxo / pexşan
28- Qonaxeke Modernîzma Kurdî - Helbesta Tîrêjê / Îrfan Amîda / Lêkolîn
29- Evdirehîm Rehmî Hekarî / Ferhad Pîrbal / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn
30- "Kurdistan û Kurd - Lêkolîneke Siyasî û Aborî / Ebdurehman Qasimlo / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Lêkolîn
31- Nasnameya Wêjeyê / Sîdar Jîr / Lêkolîn
32- Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd Cild I-II" / Kemal Mezher Ehmed / Kurmanciya wê: Ziya Avci / Dîrok
33- Folklora Kurmancîyê / Hecîyê Cindî / Folklor
34- Çar Lehenga / Osman Sebrî / Vegotin
35- Teoriyên Folklorê - Bedran Hîkmet / Lêkolîn
36- Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar / Mîkaîl Bilbil / Lêkolîn
37- Menzûmeya Tecwîdê / Mela Xelîlê Sêrtî / Amadekar: Mela Birhanê Tarînî
38- Pirtûka Durên Her Biqîmet Di Ilmê Tecwîdê De / Seyda Muhemmed Hadîyê Liceyî / Amadekar: Mela Birhanê Tarînî
39- Li Paş Derîyên Dadayî / Arêz Ebdelah / Ji bo kurmancî: Ziya Avici / Bîranîn
MORÎ: 1- Kundê Zana (Seta Xwendire) / Ridwan Dîzman 2- Pîrê û Çûçê / Çavkanî Rindê Polat /Ji Çîroka Gelêrî 3- Mam Rovî / Çavkanî Rindê Polat / Ji Çîroka Gelêrî 4- Çîrokên Kundirîkê / Benûşe Elewîferd 5- Şahmaran / Ji Çîroka Gelêrî 6- Torî û Morî (Destpêka xwendinê -1) / Mem Bawer 7- Rovî û Legleg / Ji Çîrokek Gelêrî 8- Nûtiya Xweşik / Yehya Elewîferd
NA:
1- Sîsperike / Ali Şeker / Helbest
2- Êş / Bawer Agirî /Helbest
3- Zimanê Xeta Riya Azadiyê / Ramazan Îldem / Helbest
4- Differance / H.Kovan Baqî / Roman
5- Mêzîn / Şems Qemer /Roman
6- Hilmek Jiyan Hilmek Mirin / Orhan Çaçan / Çîrok
7- Ferheng (kûrdî-tirkî-tûrkçe-kûrtçe) / Şems Qemer/ Ferheng
NÛBIHAR:
1- Dîwana Îrfan/Seyid Qedrî Haşimî / Edîsyon-Krîtîk-Amadekar: M. Nesim Doru / Klasîk
2- Dê û Dêmarî / Egîdê Xudo Ji Tîpên Kirîlî: Naci Kutlay / Roman
3- Nûbar / Wezîrê Nadirî / Ji Tîpên Kirîlî: Mehmed Emîn Hêvîdar / Çîrok
4- Qêrînek ji Axa Zelûl / Dagistan Karakoç / Çîrok
5- Zeviya Ramûsanê / Tekin Çifçi / Çîrok
6- Gilî û Gazinên Evîndaran Ji Kelepora Kurmancên Îranê / Ebdulkerîm Şurûş / Foklor
7- Kerr û Kulik / Ahmet Aras / Foklor
8- Beytên Erbanê / Mehmet Bozkoyun / Folklor
9- Siyabend û Xecê / Ahmet Aras / Foklor
10- Ji şairekî ciwan re name Rainer Maria Rilke / Wergera ji Almanî / Abdullah İncekan / Ceribandin
11- Mela Mehmûdê Bazîdî û ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye / Murad Celalî / Kurdoloji
12- Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî (1880) Di Belgeyên Qacarî de / Mihemed Heme Baqî / Ji Soranî: Ziya Avci / Lêkolîn
13- Eşîra Reşkotan Eşîreke Nandar-Warê Dengbêjan / Mihemed Seîd Temel / Lêkolîn
14- Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd / Mihemed Resûl Hawar / Ji Soranî: ZiyaAvci / Lêkolîn
15- Bedî‘ê Esrê Jînameya Bedîuzzeman / Mela Izzet Cixsî / Biyografi
16-Xutbeyên zelal ji bo Mislimanên delal / M. Muhemmedê Şoşikî / Dînî
17- Dîwana Şêx Ehmedê Feqî / Metn û Lêkolîn: Hayrullah Acar/Klasîk
NÛDA
1- Ferhenga Jiyana Gundewar a Wan û Navçeyên wê / Amadekar: Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Navenda Çanda Nûdayê
PEYWEND
1- Şevnameya Şaîrekî Têhnî / Abdulla Peşêw / Ji soranî bo kurmancî: Zulkuf Ergun / Cîlda yekem / Dîwan
2- Stêrkek Xuricî Ferêt / Welat Dilken / Welat Dilken / Roman
3- Mem û Zîn / Pîmerêd / Amadekirina ji bo çapê Memê Mala Hine / Şanoname
ROŞNA:
1- Rêça Binbareke / Huseyîn Karakaş / Hîkayeyî
2- Meymanê Homayî / Mihanî Licokic / Mîzah
3- Sanikanê Mamekîye ra / Nadîre Guntaş Aldatmaz / Folklor
4- Estanekan û Meselayanê Gêlî ra / Şahab Laçîn / Folklor
5- Nuşteyê Verênî / - Cemal Pîranij / Meqaleyî
SÎTAV:
1- Ji Kaniya Dil (Çarîne) / Mehmet Oncu / Helbest (bi CD)
2- Dengê Bêdengiyê / Asya Xerzan /Helbest
3- Evdê Min Bimeşe / Silêman Feqiyanî /Roman
4- Tov di Axê de Namîne / Abdullah Yilmaz/ Roman
5- Axîna Bodeng / Lokman Aslan /Çîrok
6- Edebiyata Kurdî / Nezir Ocek/ Perwerde
7- Mem û Zîn / Ehmedê Xanî / Wêje
8- Trawmaya Giyanî / Mesut Umar / Psîkolojî
9- Ji Deftera Kurdekî - Mehmet Oncu / Aforîzma-folklor
10- Seta Perwerdehiya Zarokan (10 Pirtûk) / Adar Jiyan / Zarok
12- Zilan Dosyasi 1-2 / İkram İşler / Dîrok (Bi tirkî-kurdî)
SÎYER:
1- Mîna Sehabiyan ji Pêxemberê Me (s) Hezkirin / Muhammed Emîn Yildirim / Werger: Murad Pola
ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A AMEDÊ: - Şakarên Muzîka Kurdî (2 cihd) / Amadekar: Zeynep Yaş / Lêkolîn
ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A WANÊ:
1- Ferhenga Jiyana Gundewar a Wan û Navçeyên Wê / Amedekar: Komîsyan / Ferheng
2- Çil Kelatên Kurdistanê / Amadekar: Wasfî Ak / Çîrok, Awaz û Stran
ŞEMAL:
1- Ji gotinên berê / Arif Huso / Folklor
TEVN:
1- Hestên Biharî / Enver Alkiş / Helbest
2- Min navê te li ser dîwarê dilê xwe kola / Faqûrê Feroyî / Helbest
3- Biratiya helbestan / Osman Ergin / Helbest
4- Qêrîn / Osman Ergîn / Helbest
5- Rêwî / Dara Biyanî / Helbest
TÎRE KÎTAP
1- Bi Pirs û Mînakan Edeba Rabûn û Rûniştinê / Huseyîn Ozhazar / Werger: Heyderê Silhedîn
2- Bi Pirs û Mînakan Îbadetên Me / Huseyîn Ozhazar /Werger: Nûhat Deştî
3- Bi Pirs û Mînakan Kitêba Mamosteyên Pêşdibistanê / Huseyîn Ozhazar /Werger: Nûhat Deştî
4- Bi Pirs û Mînakan Pêxemberên Me / Huseyîn Ozhazar /Werger: Murad Pola
5- Jiyana Pêxemberê Me Hz. Mihemmed / Huseyîn Ozhazar / Werger: Murad Pola
6- Bi Pirs û Mînakan Qurana Pîroz Hîn Dibim / Huseyîn Ozhazar / Huseyîn Ozhazar / Werger: Heyderê Silhedîn, Murad Pola
7- Gav Bi Gav Elifbêtka Qurana Pîroz / Huseyîn Ozhazar / Werger: Heyderê Silhedîn
8- Rabûn û Rûniştin - Pirtûka Boyaxkirinê / Huseyîn Ozhazar / Werger: Heyderê Silhedîn
9- Pêşdibistan - Pirtûka Boyaxkirinê / Huseyîn Ozhazar/ Werger: Heyderê Silhedîn
VATE:
1- Wexto Vîndîbîyaye / Newzat Valêrî
2- Pîltane / Nadîre Guntaş Aldatmaz / Roman
3- Ferhengê Kirmanckî (Zazakî)-Tirkî/Kırmancca (Zazaca)-Turkçe Sozluk / Grûba Xebate ya Vateyî / Ferheng
4- Kurtçe - Kirmancca (Zazaca) Dil Kartlari / Alî Aydin Çîçek / Qertê Ziwanî
WEQFA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ:
1- Nameya ji UNESCOyê re / Îsmaîl Beşîkcî.
2- Şêwaza Zanistê / Îsmaîl Beşîkcî.
3- Li Rojhilata Navîn Terora Dewletê / Îsmaîl Beşîkcî.
4- Vejîna Kurdistana Xeyalî / Îsmaîl Beşîkcî.
5- Dewlet û Kurd / Îsmaîl Beşîkcî.
6- Çawanîya Rejîmê û Kurd / Îsmaîl Beşîkcî.
7- Di Radyoya Erîvanê De Dengê Kurdî / Zerî Înanç
8- Konferansa Xebatên Kurdî-I I- / WÎB
ZANÎNGEH:
- Dem û Jiyan / Tahir İzgin / HelbestÇend Têbinî:
1- Me pirtûkên ku li Bakur û li Tirkiyeyê bi tîpên latînî çapbûne girtine nav vê lîsteyê.
2- Pirtûkên ku çapa wan a duyemîn hatibe weşandin me nexistin nav vê lîsteyê.
3- Hin weşanxaneyan bersiv neşandin. Ji ber vê û ji ber notên li ber dest mimkûn e me hin ji bîr kiribin; ger ji ber van yekan di lîsteyê de kêmasî hebin û weşanxane me agahdar bikin, emê navên pirtûkên wan li lîsteyê zêde bikin.
4- Me navên weşanxaneyan li gor rêza alfabeyê bi rêzkirine
5- Weşanên Evrensel ne kurd e lê weşanxaneyek çepgir e û bi kurdî jî her sal pirtûkan diweşîne.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyên eleqedar:
- 2016: 10 lîstikvanên herî zêde meaşê digirin
- 2016: Di Diyarnameyê de nûçeyên herî zêde hatine xwendin
- 2016: Rapora TGC'ê: Tirkiye di rêza yekemîn de ye!
- 2016: Pirtûkên bi kurdî yên li ser înternetê herî zêde hatine firotin
- 2016: Di Wîkîpedîayê de rûpelên herî zêde hatine guhartin
- 2016: Yên di tûrîzmê de winda kirin û yên qezenc kirin
- 2016: Kovara Time fîlmên salê hilbijartin
- 2016: Herî zêde me ev lîstikvan meraq kirin!
- 2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin
- 2016: RSF'ê beşek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weşand
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt
- 2016: Li gor BFI 30 fîlmên serketî
- 2016: Vane pirtûkên ku îsal herî zêde hatine firotin