Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku 23-24'ê meha borî li Qamişlo 5'emîn Kongreya xwe li dar xistibû niha ji nav kesên hatibûn hilbijartina serok û deseteya rêveberî diyar kir.
HRRK'ê li Swêdê dest pê kir û niha vegeriya Qamişlo
HRRK piştî serhildana Qamişlo di nîsana 2004'an de li bajarê Sandviken ê Siwêdê hat damezirandin. HRRK'ê di sala 2016'an de li bajarê Bielefelda Almanyayê kongreya xwe ya 4'an li dar xist û biryar wergirt ku navenda xwe bibe Rojava, her wiha Bakur û Başûr du şaxên xwe ava bike. Piştî vê biryarê hem şaxê Bakur li Amedê û hem şaxê Başûr li Silêmaniyê avakir û di rojên 23 û 24. 12.2016'an de kongreya xwe 5'an li Qamişlo lidarxist.
Huseynî bû serok
Ev kongre girîng bû ji ber ku hevgirtina ku li Swêdê dest bi meşa xwe kiribû bi xurtî vegeriyabû ser axa xwe, navenda ku divê lê be. Di kongreya li hola "Rewabî" li Qamişlo bi amadebûna bi dehan ji nûnerên dezgehên çandî û berdevkên partiyên siyasî yên Rojava hat destpêkirin, biryarên girîng girt. Ligel biryarên hatine girtin rêveberî jî hat nûkirin. 13 kes ji bo rêveberî hatin hilbijartin û ji vê rêveberî serok û endamên lijneya rêveberiyê hatin hilbijratin.
Rewşenbîr û helbestvan Ehmedê Huseynî bû Serok'ê HRRK'ê. Di nav Lijneya Rêveberiyê de karbeşiyek bi vî rengî hat kirin:
- Sê kes ji bo cîgirî hatin hilbijartin: Ibrahîm Xelîl, Mişel Osman û Cîhan Hesen.
- Ji bo berdevkê fermî yê HRRK'ê: Munîr Şêxê
- Ji bo komîteyên ragihandin û çalakiyan: Idrîs Ehmed, Meryem Temir, Xalid Omer, Berzan Îso, Mizgîn Gemo
Her wisa ji bo Efrînê sê cih hatin veqetandin. Ji ber dorpêçkirina Efrînê û girtina rê kesek ji Efrînê nikarîbû amade bibe.
Hin biryar
Di kongireyê de gelek biryar hatin girtin ku hin ji wan ev in:
- Navend li Qamişlo û li hemû bajarên kurdan yên mezin nûnerî an nivîsgehên xwe veke.
- Festîvala çandê ya salane bê lidarxistin, her wisa xelateke salane ya çandê bê terxankirin.
- Projeyên çapkirinê, vekirina pirtûkxaneyan û pêşdebirina çand û hunera kurdî
Her wisa ji bo birêvebirin û kordînekirina karê HRRK bi hemû şaxên xwe komîteyeke ji 9 kesan hat destnîşankirin. 3 kes ji Rojava, û ji Ewropa, Bakur û Başûr ji her şaxekî 2 kes di vê komîtê de cih digrin.