Diyarname
Êrîşên li Bruksel, Parîs û Stenbolê bandor li tûrîzmê ketin. Vane bajarên di tûrîzmê de têk çûn û yên ku bi ser ketin:
Îzlanda: Stêrkê salê bû
Li Îzlandayê tûrîzm sedî 34 zêde bû. Li Ewropayê tu welat ew qas pêş neket. Piranî ji Asya û DYA 1.7 mîlyon kes çûn serdena wir.
Slovakya: Trenda nû
Ev welatê Rojhilatê Ewropayê tûrîzma xwe sedî 19 bilindtir kir, piştî Îzlandayê bû duyemîn. Slovakyayê bi beşa kevn a bajarê Bratislava û bi Çiyayê Karpat bala tûrîstan kişand.
Kibris: Rusan berê xwe da wir
Kibrisê jî sedî 19 tûrîzma xwe bilind kir û ew û Slovakya li heman rêzê bûn. Tûrîstên rus ji dêvla Tirkiyeyê berê xwe dan Kibrisê.
Bulgaristan: Li Behra Reş bilind dibe
Tûrîstên alman û rus ji ber ewlehiyê nehatin Tirkiyeyê berê xwe dan Bulgaristanê. Bi vê Bulgaristanê sedî 13 tûrîzma xwe bilind kir.
Spanya: Serketiyê salê
Spanyayê sedî 10 tûrîzma xwe bilind kir, li dû Îzlanda û Kibrisê ma lê hejmara tûrîstên xwe bilind kir. Bi giştî 74 mîlyon tûrîst çûn Spanyayê û welat bi vê rekor şikand.
Îngilistan: Ji salên berê zêdetir erzan bû
Piştî Brexitê hejmara tûrîstên çûn wir zêde bû ji ber ku Sterlin ji qîmetê ket. Di tenê şeş mehan de sedî 8 tûrîzm zêde bû. Tûrîstên ji Ewropa, Hong Kong û DYA'yê hatibûn berê xwe dan dan û standinê.
Yewnanistan: Tevlihev
Li Yewnanistanê rewş tevlihev bû loma tenê karî sedî 1.5 tûrîzma xwe bilind bike. Her çiqas giravên Girît, Korfu û Mikenos populerbûna xwe bidomînin jî meseleya penaberan a li giravên Yewnanistanê bandor li tûrîzmê kirin. Li girava Mîdîlî sedî 63, li girava Sakiz sedî 71 hejmara tûrîstan ket.
Tirkiye: Welatê winda kir
Tirkiye bi pevçûna navxweyî û nediyariya siyasî kir ku di warê tûrîzmê de têk here. Sedî 33 hatina tûrîstan kêm bû. Tenê di meha gelawêjî de di hatina tûrîstên rus de sedî 74, di hatina tûrîstên alman de sedî 34 daketi çêbû. Tenê tûristên ji Erebistana Siûdî hatin hinek zêde bûn.
Belçîka: Sedî 13 deketin
Li Belçîkayê ji ber êrîşa terorê ya li Brukselê hejmara tûrîstan sedî 13 daket. Li bajarê popeler ên wekî Brugge jî daketin çêbû.
Fransa: Hê jî yekemîn e
Piştî êrîşên terorê yên li Paris û Nice li temamê welat sedî 5,5 tûrîzm daket. Ligel Şampiyoniya Fûtbolê ya Ewropayê jî li Parîsê daketin sedî 16,6 çêbû. Ligel vê jî 80 mîlyon tûrîst hatin Fransayê.
Almanya: Piçek pêş ket
Li Almanyayê jî êrîşê terorê hebûn lê hejmara tûrîstan sedî 1,5 bilind bû. Di meha tîrmehê de li Bavyera, vê hefteyê jî li Berlînê êrîşa terorê çêbû. Tûrîst herî zêde çûne bajarênMunih, Daristanên Bejahî yên Bavyera û Berlînê
Ji DW Tirkî hatiye girtin
**
Nûçeyên eleqedar:
- 2016: Kovara Time fîlmên salê hilbijartin
- 2016: Herî zêde me ev lîstikvan meraq kirin!
- 2016: Li Tirkiyeyê fîlmên herî zêde lê hatine temaşekirin
- 2016: RSF'ê beşek ji rapora xwe ya li ser rojnamegeran weşand
- 2016: Ronaldo 'Xelata Goga Zêrîn' girt