LUQMAN GULDIVÊ
Yek ji çîrokên pirtûkên zarokan ên herî serketî ye, Findus û Petterson ên Sven Nordqvist ê Swêdî ye. Findus psîkek e ku dipeyive, Peterson jî cotkareke ku li gundikê xwe bi tena serê xwe û sewalên xwe dimîne. Petterson mirovek e ku pêdiviyên xwe bêyî zirarê bide kesên sêyemîn dabîn dike, bi ser de jî têkiliya wî ya bi xweza û mirovan re jidil e. Hinekî wekî kesekî safik hatiye teswîrkirin, lê bi temamî mirovekî çê ye.
Herçî pisîka bi navê Findus e, ew jî hîn zarokek e ku gelekî bi meraq e, timî pirsan dike û dixwaze tiştan biceribîne. Bi ser de jî ew karektereke ku kêf û şahiyê li pêş digire, ji cîranê Petterson ên ku pirrî caran diçe nêçîra heywanan aciz e û dirûvê zarokeke piçûk lê dikeve.
Herdu fîgur jî bi temamî li derveyî jiyana bajêr a serdema me ya modern xuya dikin, bi ser de jî karekterê wan bi vê dinya li ser bazarê ava û li gorî bazarê digere jî hîç li hev nake.
Ya rastî ez radihêjim wergera wan pirtûkan a almanî û wekî ku bi kurmancî bin ji zarokên xwe re dixwînim. Heyrana qehremanên çîrokan û heyrana wan çîrokan dimînin ku di hemû karekteran de hîna parçeyek zarokatiyê heye. Dema ku beriya bi çendekê zarokên min çav bi afîşekê ketin ku li ser Findus û Petterson hebû, di cih de nas kirin û pirsîn ev çi ye? Pa, wê kêliyê nehat bîra min ez tiştekî din ji wan re bibêjim, min afîş xwend û got, şanoya Findus û Petterson tê hola bajêr!
Em biçin yabo! Em biçin! De were û xwe ji vê meseleyê xilas bike. Vir de û wê de, zarokan karîbû min û min jî karîbû bi apê wan. Ji ber roja şanoyê min kar dikir, apê wan ew birin, xwedê jê razî be. Dema vegeriyan kêfa zarokan li cih bû, lê çawa ez çav bi wan ketim ya min êdî ne li cih bû. Di destê wan de xişirên malê Çînê yên bêqelîte yên wekî lempeyan hatî dîzaynkirin hebûn. Pepûûûû... ev çi ne law? Xweşik in ne, wilo yabo? De were bibêje na nexweşik in. Erê xweşik in, xweşik in…
Bi her halî min berê xwe da birayê xwe, wî jî ji min rave kir, lîstika şanoyê ya ku li hola şaredariyê hat lidarxistin, piştî lîstik dest pê dike bi nîv saetê navberekê dide lîstikê. Piştre Xişir û lîstikên kalîte-kêm ên malê Çînê bi buhayekî fehş difiroşe. Ji ber ku dê û bav jî naxwazin di wê navberê de zarok dest bi girî bikin, ji neçarî bi qasî ku pere bi heqê temaşekirinê dane, bi van kelavajiyan jî dane. De were û xwe nexwe!
Nebêjin ma heqê temaşekirina şanoyeke zarokan çi ye, carek û nîvê ji lîstikê şanoya bajêr a ji bo mezinan buhatir in. Ji xwe mesele ne ev e. Mesele ew e ku hunerekî ku mirov divê bi zarokan bide hezkirin, li hola şaredariyê tê lîstin, bi ser de bi buhayekî fehş û bi ser de jî destûr tê dayîn ku tiştên ji tenduristiya zarokan re jî nebaş werin firotin, bi rengekî ku dê û bav bikevin rewşeke zehmet: Lewma bikirin jî, nekirin jî pirsgirêk çêdibe ji bo zarokê.
Bi ser halan de, ya ku min herî zêde acizkirî ew e ku çîrokên Findus û Petterson qet behsa van bazaran û van fêhlan nakin. Ew li derveyî vê jiyanê û vê dinyayê ne bi rengekî. Lê rahiştine wan û ew di nav reng û dengê acizker ê jiyana me ya veguherî bazareke bêteşe de dakirine. Ew quncika di pirtûkekê de me ji zarokên xwe re peyde jî kirî dagir kirine wesselam.
guldive@yahoo.fr
22.12.2016, Yenî Ozgur Polîtîka


