logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Ji bo me nivîskarên kurmanc divê qible nivîsandina zêde be

Seydayê Xanî di serdema xwe de nedihat fêm kirin û em dizanin ku deshilata navxweyî ya wê demê qîmeta ku diviya ravî wî

  • Dîrok: 12/07/2009
  • Beş: NÎQAŞ

Mîr Qasimlo

Seydayê Xanî di serdema xwe de nedihat fêm kirin û em dizanin ku deshilata navxweyî ya wê demê qîmeta ku diviya ravî wî dida nedaye. Piştî demdariya bi qasî sêsed salan vaye Xanî di xeyala bi hezaran nivîskarê kurd destmaleke hewreşimî, cihê kamranî, serbilindî û kaniya şikandina tîbûna giyana wan e.
***
Nivîskariya xweser lê bi dad, aîdê xwe, ne peyrev û stûxwarê deshilatan û ne jî li ber bayê dijminatiyeke bêlesebeb ketiye, îro nebe jî dê sibê were fêm kirin û ji hemû tebeqeyên civakê rêz û qîmetê bibîne…
Lê nivîskariya ku ji bo bi destxistina nasnameyeke demî û cîwarbûna li qorziyeke gerdûna nivîsê de xwedî hewl e û ji bo bigihêje armanca xwe serê xwe dirêjê her bendî dike û bêyî hay ji krîterên nîviskariya xweser hebe ango bixwaze bîr pê bibe, ji bo xelk û elam bibêje vaye Welî û Mûsa jî di vî karwanê de qûna xwe dihejîne, ya bi acizkeriyek ve dibe dijminê beşek ji miletê xwe û yan jî bi kawikiyeke bêhed ve dibe heyranê şaşitiyên civak û rêxistinan dê di pêşedemê de tu cihek wî/ê di şerbûheriya însanên raseran de tune be….
***
Ji bo me nivîskarên kurmanc divê qible nivîsandina zêde be ku em di nivîsandinê de rastgobin û ji bo em karibin aso û rê û şîverêyên bi biriqîn li pêşiya gel û bi tevahî rêxistin û dezgehên nijada xwe vekin, bêyî gazin û eman û yemanan rêya xwe bişopînin. Ji bîr nekin ku siyaseta bakur ligel hemû kêmasî û terkexemiya xwe ya jandar ku ji bo min jî cihê rexneyên giran e, di eynî wextî de cihê xweyîkirin û mezinkirina vê ziman û nivîskarên bi vê  zimanî dinivîse ye.
***
Ev ji demekê ye nîqaşa der barê nivîskarên kurd ku ka çima deshilata siyasî paxafê pê naxe, piçekî rêz li ked û bezîn û westana wan nagire, a li vê malperê bûye jineke bêar û ji ber balkêşiya xwe ya fetkar bala gelek hevkarbiliyên (hevpîşe) min kêşandîye. Wisa dixuye ku ev mijara min ew wekî jineke bêar bi nav kir dê ji niha pê de jî bibe mêvanê hişgerdûna gelek hevkarbilîyên min ên din. Baş e ku em eciziyên xwe, kul û kederên xwe yên ku em di wan de heqin, nîqaş dikin. Lê bi hişyariya ku em nasnama xwe ya nivîskariyê ji bîr nekin ku nasnameyek wiha bi xwe re bivê nevê astek kamilbûyî û kûrbûneke ji kûrbûnên heyî cudatir tîne. We got çi?
***
Bi rastî jî min divê bêjim ku ji ber egera nîqaş bi rexneyeke mafdar dest pê kiribû ku gelek bala min jî kêşandibû û bi têgihîştina min diviya bû ku çarçove wê bihata berfirehkirin, ji sendroma kûr ku niha gelê kurd bi giştî, erê ji deshilata siyasî bigire heta şivanên vî gelê dijîn ku ev jî rasterast yek ji encamên rewşa welata me kurdan pêk tê ku hûn jî dizanin ku navê wê yê duyem bindestî ye, min xwestibû ta di serî de bejn û bala xwe ji bo lêkirina çend gotinan bihejînim. Lê pê re gava min dît ku vaye ev mijara mihum jî mîna gelek mijarên din di nava destên hin nivîskarên me ku yekser umirdirêjin-ji cilî ber jorin de bûye qurbana hestên şexsî û hev dû birin û anînê û bi ser de jî di bin sîlsileya çend kevnedostên ji nivîsên wan pak diyar dibe ku di navbera wan de hin nerazîbûnên kûr yên aîdê heyama bihurî heye de maye, min demek dev ji hizra lêkirina çend gotinan berda ta vê dana sibê bêarî li min bû mêvan û bêyî hay ji xwe hebim, min hew dît ku va yê tiliyên min ên di van salên dawîn de zêde westiyane, bi tehereke harbûyî lêvên tûşên klavyê radmîsin.
***
Bi kurtî, min divê bêjim ku li cihê ku ev mijar berev bilindahîyan ve bihata tehndan, erê berev kûrahiyan ve bihata ajotin, mixabin niviskarên navhatî ku ez niha navê wan li vira bilêv nekim, li şûna bi vîzyoneke bilind û aqilkemaliyeke kûrbin, erê bi tehereke hizra dayînê raser e (ne gazin û lome û hevudû kaşûberkaşkirinê) bi derbirîna rastiyên ku ji bi dûrketina rastiya xwe ya miletê kurd û ji xeletiyên tevgerên bakur ku di bikaranîna zimanê tirkî de kirin û niha êdî zehmet e ku bi hesayî jê bizivirin û ji rewşa êşdar ya nivîskarên bi kurmancî dinivîsînin bigire hê bi gelek rastiyên din ku niha dibe cihê pirsê ka gelo nivîskar çiqasî xweser e, çiqasî ji bayê rexistinan dûr e, ji hikara ol û nasnama ku ji civakê stendî derbaz kirine an na, bisekiniyan û bîr û hizr û tercubeyên xwe bi me re par ve bikirin de, wekî min got; erê asta nîqaşê daxistin û mijara terikî bi vê kirina wan re kirin qurbana hestên şexsî û hevdûbirinûanînên lokal ku ji bo me nivîskarên xweser her bûye cihê êş û kedaran..
***
Baş e. Em niha ji vir dest pê bikin. Em dest pê bikin û mîsoger bikin ku rast e ku rêxistinên kurd, saziyên kurd bi tevî potansiyela heyî ku bîr bi xwe û pêşketinên dinê dibin, bi qasî ku tê xwestin qîmetê nade xwe û nexasim nivîskarên ku pênivîsa wan ji bo rêzkirin û xêzkirina bedewiyên vî zimanê birîndar dilivin. Ev rastiyeke eşkere ye û ez welê bawer dikim ku hemû hevkarbilîyên min, di vî mijarî de xwedî heman hizrî ye.
***
Li pey vê diyar kirina kurt ku êdî ji aliyê hemû hevkarbilîyên min ve tê zanîn, min divê bêjim ku pêwîstiya ku niha ji bo me aciliyeta xwe diparêzê ne li bin siya konê gazinkariyê rûniştin û bilêvkirina derd û kulên ji ber ne beşdarbûna festival û qîmetnedayîna deshilata siyasî ya ji bo xwe, erê tam berevajîyê vê, hewce pê heye ku nivîskar ji bo veguhertina rewşa heyî xwedî ezmûn, afirandin, pêşî li vekirina rêyên li xwe zivirîna vî gelê ku bi dijwarî sendiroma pişaftinê dijî û ser de jî bi rê û azineyên nûbar, erê bi dijwariyeke çêker ve bi ser de çûyîna giyana ku bi serê sed salan e ku bi gelek dek û dolaban ve hatiye zehf kirinê ye.
Bi gotineke bêderpê, divê em nivîskarên vî gelê ku hê ji hizra jixwe hezkirinê dûr e, misqalekî dilşadiyê ji bo xwe pir dibîne, erê qîmet li xwe û li heval û hogir û hevnijad û hizirmend û nivîskar û pêşewayên xwe nagire û bîr pê nabe ku hizra rêzgirtinê ji bo xwe bike, bi hîşwerektiyeke têr bi ceger û bi zanîna ku hemû bîrdozî û ol û hizrên lokal, danûstendinên malbatî û eşîrî li pey xwe dihêle ve rabin û bi afirandinên giranbuha ve ezmaneke te bi stêrk pêkbînin da em bi kirineke wiha re karibin pêşî li herikîna xwîna ku ji nexweşiyên ji ber dilîbûna vî gelî pêk tên ku yek ji wan jî terkexemiya deshilata siyasî ya ji qîmetnedayîna nivîskarên bi zimanê xwe dinivîse ye, bigirin….
Divê neyê jibîrkirin ku zêdeyî ya kesên ku niha di qada siyasetê de li pêş in, bi giyanî, bi mejî û bi hîş û tegihêştina xwe ya di vî mijarî de, hewcedare terapîyê ne.  Gelo ên ku divê bi terapiyek wiha rabin siyasedmedar bi xwe ne yan nivîskarên giyana xwe li ber bayê resen kurdî li bah dikin e?
***
Birêzno! Pêwîst e ku  li gel rexnekirina terkexemî û guhfirehîya rêxistin û sazî û şeredarên kurd û ravekirina xeletîyên ku em di vî warî de dikin de, berê me-we ezîz û xoştivîyan li şûna aktuelkirina hizrên lokal û nîqaşên wekî; bavo felan kesî ji min siud wergirt bû nivîskar, bêvan kesî nankorî kir û di nivîsa xwe de behsa jîrektîya min nekir- bi gotineke vekirî ez bi nav û nîşan nekirim û pesnê min nedaye de, li derbazkirina van xalan be- derbazkirineke kûr be da em karibin bi derbazkirineke wiha re berev  kurasoyan, berev gerdûnên nû, ji çîroka bizin û şivanên dengxweş ku êdî ji ber guhdar kirina wê û ên mîna wê guh li me ker bûye û ji çepiklêdanên bêhed û dijminahiya bê pêgirt ya ji rêxistina a b c dûr, erê berev bin siya dara nivîskarîyeke kamilbûyî ve… Bi rastî jî berev lûtke ya nivîskarîya doralî ku ligel guhdana wijdana xwe-nivîsandina hewara jin û zar û zêçên kurd-di warê nivîsandinê de berxandina(mizdana) porê şervaneke ku xwe gorî vî miletî kiriye- xweyî li derketina deskevtiyên nijadî ku çi ji keda rêxistina a b c pêkhatiye û çi jî ji yên din û bi ser de jî bi parastiya xwesariya xwe ku nehêle pênivîsa wî/ê bibe bermerê rêxistinan ve biçin û her wiha, erê bi bezandina hin tixubên ku me ew ji nasnama teng ya civakê girtiye re, hespê xwe ji bo rizgarkirina giyana dîl rakin çargaviyê….
***
Bi gor tercubeyên xwe yên pênc salan dikarim bi dilhesayî bêjim ku ji bo me nivîskarên kurmacî berz kirina ala vîzyoneke kûrbinyata bawerdar û mihumetiya bezandina tixûbê hizrên teng-lokal û ji dest û pê ketî û pê re jî rêligirtina hizra ku guftoguhên wiha mihîm kaşî bin siya xwe dike û dike qurbana hestên xwe yên her ji bo xwe qal û behs û xweşkirinê dixwaze divê.
Ji bo nivîskarîya me li pey xwe xêzên nejibîr bihêle û li ser gel giraniyek pêk bîne û ji bo karwana siyasetê bibe çavek ronîbar, xweseriyeke delodîn,  cesaretek çêker, hunera afirandinên xwedî eda û bergehên nû, erê heta dawî bi ser de çûyîn û nîqaşkirina hemû êş û eleman hîs dike û dijî divê..


12/07/09 Almanya.

Mir_qasoye_gimgimi@hotmail.com

 

Parve Bike

Youtube Me
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vaye bernameya çalakiyên Roja Aştiyê

ad

Li Fransayê hilbijartin li dar ket, va ne encamên pêşî

ad

Romanek nû: 'Hurcahil' derket

ad

Li Stenbolê "Roja Kurdî" li dar dikeve

ad

Juriya Kurtefîlman diyar bû

ad

Ev gotin ji bo kurdên AKP'e ne!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname