Amed
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş pirtûka zarokan a bi navê Şemamok ku bi kurdî, tirkî ermenî û erebî ye dîsa derxist. Demîrbaş got: Emê di rastiyên xwe de bi israr bin.
Şemamok kovareke zarokan bû 2 sal berê. Pirzimanî bû û yek ji xebatên Şaredariya Sûra Amedê bû. Ji ber vê pirzimaniyê Şaredar Abdullah Demirbaş û Meclisa Şaredariyê ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji kar hatin girtin. Lê di dawiyê de hilbijartin pêk hat û Şaredar Abdullah Demirbaş careke din hat hilbijartin. Demirbaş ji ser a xwe nehat xwarê û dîsa dest bi xebata xwe ya pirzimaniyê kir. Di vê çarçoveyê de "Şemamok"a bi çar zimanan derket.
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş li ser pirtûka Şemamokê ku bi kurdî, tirkî ermenî û erebî ye ku di çarçoveya "Şarevaniya pir zimani" de hatiye çapkirin, li avahiya Xizmetê ya Şaredariyê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di daxuyaniya ku hunermendên Navenda Çanda Dîcle Firatê Şîlan, Bulent Turan, Serokê Giştî yê Kurdî-Derê Remzî Azîzoglu jî beşdar bûn de, Cîgira Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek pirtûk danasand. Ormek diyar kir ku demek dirêj çapkirina pirtûka kurdî hatiye qedexe kirin lê ligel hemû pirsgirêkan jî ew li pişt biryara xwe sekinîne û wiha domand: "Di çarçoveya Şarevaniya Pir Zimanî de Şaredarê me Demîrbaş ji wezîfeyê girtin, Meclisa Şaredariyê fes kirin lê cardin jî me rastiya xwe parast û pirtûka Şemamokê çap kir."
Şaredar Demîrbaş jî diyar kir ku dê di biryara xwe de bi israr bin û wiha got: "Çawa Galîleo û Sokrates di rastiya xwe de israr bûn, em jî dê di rastiya xwe de heta dawiyê bi israr bin."
Demîrbaş TRT 6 û îdîayên hikûmtê yên der barê kurdî de jî bi bîrxist û anî ziman ku ji bo pêşveçûna kurdî çi lazim e dê bikin."
Piştî daxuyaniyê Demîrbaş pirtûk li zarokan belavkirin.


