Cemil Oguz
Îsal 8'emîn sal e pirsa "Kîjan Mafên Mirovan" dike ku îsal careke din bi belgefîlmên xwe pirsê dike û berheman nîşan dide.
Em qala "Festîvala Fîlman Kîjan Mafên Mirovan" dikin ku îsal 8'emîn car e dest pê dike dikin. Li Tirkiyeyê du bajar hene ku li ser belgefîlman her sal festîvalê li dar dixin, belgefîlmên li ser mafên mirovan nîşan didin. Her du jî bûne wekî kevneşopî. "Rojên Belgefîlman" a Îzmîrê îsal 7'ê mehê dest pê kir û 11'ê mehê bi dawî dibe. Ya Stenbolê jî îşev bi merasimek deriyên xwe vekir.
Festîval Kîjan Mafên Mirovan ku êdî bûye wekî kevneşopî her sal di Hefteya Mafên Mirovan de deriyên xwe vedike, belgefîlmên bi mijarên xwe li ser mafên mirovan pêşkêş dike. Îsal jî bi vî awayî. Ji bo destpêkirina festîvalê li Navenda Çanda Bajar a Cemîl Candaş a Şişliya Stenbolê bi beşdariya sedan kesî merasimek li dar ket. Di şevê de yek ji derhênerên hunerê yê festîvalê Necatî Sonmez axivî û got: "Çend sal berê me li vir xebatek dabû dest pê kirin. Ji wê demê heta niha gelek xirakirin, komkujî çêbûn, derbe di nav derbeyan de çêbûn lê em hê li vir in. Di nav şertên Rewşa Awarte (OHAL) de em pirsa kîjan mafên mirovan dikin. Dema mafên mirovan tê gotin çek têne arastekirin lê em hê pirsê dikin. Vekirin îro ye, di pênc rojan de fîlmên xweşik dê hebin, em li benda we ne."
Belgefîlmê li ser Sînemaya Emekê
Di şevê de belgefîlmê bi navê "Ozgurleşen Seyîrcî: Emek Sînemasi Mucadelesi" hat nîşandayîn. Belgefîlm li ser têkoşîna li hemberî xirakirina Sînemaya Emekê hatibû dayîn hatiye amadekirin. Ji derhênerên belgefîlm Firat Yucel û Zeyno Pekunlu derketin pêşberî gel, qala sazkirina belgefîlm kirin û temaşevanan jî li ser belgefîlm, têkoşîna ku ji bo Sînemaya Emekê hatine dayîn axivîn, dîtinên xwe anîn ziman. Gelek tişt hatin gotin lê ji nav du gotin derketin pêş, "Emeka nû ku qaşo ya dîrokî birina jorê AVM'ê divê kes neçe bikar neyne" û "Emek çû, em xwedî li sînemayên dîrokî yên din yên wekî Beyoglu Beyoglu û Atlasê derkevin".
Belgefîlmên li ser kurdan
Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan di navbera 10-15'an de li dar e û fîlm li salonên Salt Galata, Aynali Geçît û Cezayîr Salonu yên li Beyogluya Stenbolê bê pere têne nîşandayîn. Ji Tirkiye û ji gelek welatên din bi dehan belgefîlmên li ser mafên mirovan têne nîşandayîn ku di nav wan de belgefîlmên derhênerên kurd, yên li ser kurdan û yên bi kurdî jî hene. Ji van belgefîlman belgefîlmê derhêner Selîm Yildaz "Bîra Mi' Têtin" ku li ser sê nifşên Roboskiyan e jî heye (13'yê mehê,saet 19.00, Salt Beyoglu). Her wiha belgefîlmê derhêner Rêber Dosky ê bi navê "Nîşangirê Kobanî" (13'yê mehê, saet 17.00, Aynali Geçit) ku çîroka Haron ê nîşangirê li Kobanî nîşan dide jî heye. Dîsa belgefîlmê Çîgdem Mazlum û Sertaç Yildiz ê bi navê "Gonderen: Îlhan Samî Çomak" (12'yê mehê, saet 19.00, Aynali Geçit) ku li ser Îlham Samî Çomak ê ku ev 21 sal in bêyî ceza lê bê birîn li girtîgehê ye dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Yek ji belgefîlmên bi kurdî jî "Mîlyonda 1" (Di Mîlyonê de 1) e ku Mahmut Koyuncu kişandiye. Belgefîlm (12'yê mehê, saet 15.00, Aynali Geçit) çîroka Zekeriya Sabuncu ê ermen, ê ku çil sal berê koçî Stenbolê kiriye û niha vegeriyaye Dêrika Mêrdînê pêşkêş dike. Belgefîlmê derhêner Yusuf Kenan Beysulen "Gavur Mahallesî" (13'yê mehê, saet 17.00, Salt Galata) jî çîroka Migirdiç Margosyan ê ermen, ê ji Amedê pêşkêş dike.
Li ser Komkujiya Enqereyê
Di 10'ê kewçêra 2015'an de li Gara Trenê ya Enqereyê çeteyan bombe teqandin û bi ser sedî re kesên aştîxwaz hatin kuştin. Li ser vê rojê sê belgefîlm "Benim Annemi Kuşlar Bile Severdi" (Derhêner Îlker Kiliç, Gokhan Çinar), "Bin Doganlardan Biri" (Derhêner Deniz Kar), "Turan Hoca" (Derhêner Murşit Barto) di çarçoveya festîvalê de têne nîşandayîn.
Ji bo Tarik Akan dîsa 'Maden'
Belgefîlmên binpêkirinên mafên mirovan ên li şerê li Sûriyê, ên li Afganistanê nîşan didin jî dibin mêvan. Dîsa "Kiyidakiler" ê ku derhêner Bariş Pîrhasan, Alphan Eşelî, Mesîla Onel, Ramîn Matin, Erdem Tepegoz kişandiye bi nîşandayîneke taybet (10'ê mehê, saet 17, Salt Galata; 11'yê mehê saet 19, Aynali Geçit) tê nîşandayîn. Dîsa fîlmê Yavuz Ozkan "Maden" ku Tarik Akan, Cuneyt Arkin, Halil Ergun, Hale Soygazî, Meral Orhonsoy têde lîstiye ji bo bîranîna Tarik Akan ku demek berê wefat kir tê nîşandayîn (rojên 10 û 14'ê mehê saet 19'an de li Salt Galata)
Gotûbêjin cur bi cur
Ji bilî nîşandayîna belgefîlman hin çalakiyên din jî hene. Li ser zarokan, jinan pirsgirêka girtiyan, astengkirina mafên hunerî gotûbêj li dar dikevin.
Ji bo agahiyên berfirehtir:
www.hihff.org
HİHFF 2016 festival tanıtım filmi from gadjo on Vimeo.