Frankfurt
Yekîtiya Karsazên Kurd a Ewropayê îro 4'emîn kongreya xwe li Frankfurta Almanyayê li dar xist û rêveberiyek nû hilbijart.
Li gor nûçeya Murat Alpavut a di Ozgur Polîtîkayê de ji welatên wekî Avusturya, Polonya, Îngilistan, Swêd, Fransa û Rusyayê nêzî 80 delegeyên karsaz beşdar bFûn.
Serokê komeleyê Seydî Dogan got ku komele ji bo têkiliya bazirganî a di nav çar parçeyan de rolek mezin girtiye û got: "Em ne tenê wekî karsaz, di heman demê de wekî dîplometek gelê xwe, rewşa gelê kurd û doza wê ya mafdar ji bo ewropiyan vebêjin."
Ji Yekîtiya Karsazên Kurd a Rusyayê Recep Simûr ku ji Rusyayê beşdarî kongreyê bû qala peşketina karsazên kurd a li Rusyayê kir û karsazên kurd ên li Ewropayê vexwend Rusyayê. Mesut Aliş jî qala xebatên wan a li Fransayê kir.
Di dawiya axaftinan de derbasî hilbijartinê bûn û ev kes ji bo rêveberiya komeleyê hatin hilbijartin: Naim Kiliç, Riza Çelîk, Mesut Alîş, Salîh Akin, Mahmut Zîlîfî, Yusuf Dogan, Mehmet Dogan, Îrfan Aydin, Ergun Sevînç, Kamîl Yavuz, Cîhan Atmaca, Mehmet Subaşi, Yahya Çete, Sînan Behzatoglu, Bulent Ekîncî. Ji nav lîsteya rêveberî Naîm Kilinç ji bo serokatiya komeleyê hat hilbijartin. Kilinç axaftina sipasiyê kir û got: "Divê bê zanîn ku em çiqas ast û sermiyana karê xwe mezin bikin em dê ew qas hêzdar bibin. Em li welatên lê ne karê xwe mezin bikin, emê bikaribin li welatê xwe jî razemenî bikin,bi vî awayî jî dê fêdeya me ya aborî û civakî ji bo mirovan me hebe."