Stenbol
Vê êvarê komek ciwan bi erebeyê hatin navenda rojnameya Yenîçag a li Yenîbosnaya Stenbolê û êrîşê avahiyê kirin. Di avahiyê de zirara madî çêbû.
Rojnameyê diyar kir ku komek kes çekdar, kuma ser dinuxumîne di serê wan de hatine ber avahiyê bi keviran êrîşê avahiyê kirine.
Serokê Lijneya Îcra ya Rojnameya Yenîçagê Ahmet Yabuloglu got ku li gor dîmenên kameraya ewlehiyê komek ji li dor 15-20 kesî pêkhatî êrîş kiriye û got: "Weşanek me ya ku hêrsa hinan bîne jî nîn e. Çima tiştek wisa kirine di encama lêkolîna polîsan dedê derkeve holê."
Di dîmenan de tê dîtin ku ew kom bi kevir û daran ketine nava rojnameyê û êrîş kirine.
Li Tirkiyeyê rojnameya Yenîçag rojnameyek nijadperest e, bi tirkî weşanê dike, nêzî partiya nijadperest MHP'ê ye lê zêdetir nêzî muxalifên di nav vê partiyê de ye.