Îro 5 nûçeyên kurdan eleqedar dikin ku derketin pêş me neqandin. Fermo:
1- Di Konferansa Kurd de piştgirî
Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê îro du roj bûn dom kir. Duh bi sernavê "Tirkiye, kurd û li Rojhilata Navîn Şer: Li Tirkiyeyê Demokrasî Rawestandin, DAIŞ û Qeyrana Rojhilata Navîn" konferans dest pê kiribû û îro bi sernavê "Guherîna Rejimê û Li Tirkiyeyê Têkbirina Demokrasiyê" nîqaş dom kirin. Îro moderatorî Endamê PE'yê Chiristine Vergiat û Dersim Dagdeviren kir, rojnameger Cengiz Çandar, Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle, Mebûsê HDP'ê Osman Baydemir, rojnameger Devrim Arslan, Berpirsê Karên Derve yê sendîkaya UNİTE Simons Dubbins û Serokê Komeleyên FİDH'ê Dimitris Christopoulos axivîn. Di konferansê de azadiya Ocalan hate xwestin, piştgiriya ji bo HDP'ê derket pêş. Cengiz Çandar jî diyar kir ku heta Erdogan li ser kar be tu tiştek naguhere. Di rûniştinek din de jî siyasetmedar Zubeyîr Aydar axivî û got ku li ger agahiyek wan bi dest xistiye AKP û MHP dikin ku zirarê bidin Abdullah Ocalan, nîqaşên îdamê jî ji ber vê yekê têne kirin. Her wiha Aydar got ku dewleta Tirkiyeyê ji bo sûîkasta li hemberî siyasetmedarên kurd hin tetikkêş şandine Ewropayê.
2- Dewletê 300 komando şandin Rojava
Dewletê Tirkiyeyê ji bo di "Mertala Firatê" de cih bigire ji 11'emîn Serleşkeriya Tugaya Koman a li Denîzliyê 300 komando şandin Rojava. Leşkerên kumşîn bi balafirgehê şandin herêmê. Tirkiyeyê di "Mertala Firatê" de ligel hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" ketibû Cerablûs û hin navçeyên din ên rojavayê Kurdistanê. Diyar e ew bi têra xwe têr nekiriye niha leşkerên xwe bixwe dişîne nav şer.
3- Li Tirkiyeyê ecêbek din
Berê hin nijadperestên tirk gotibûn qey balyozxaneya Rusyayê ye êrîşê Balyozxaneya Hollanda kiribûn îro jî tiştek wisa ecêb derket holê: Li Balafirgeha Amedê polîsên tirk 2 nûçegîhanên SRF'ê yên televîzyona Swîsreyê gotin qey alman in ew heta kincên hundirîn li ser wan lêgerîn kirin, ew 45 deqîqe dan rawestinadin.
Du roj berê Mebûsa AKP'ê li Ayşe Bahçekapili li Almanyayê li balafirgehê hatibû rawestandin. Polîsan jî beremberî vê yekê ev yek kirin, lê şaşî kirin.
Duh li Balafirgeha Ataturk jî polîsan 4 dîplomatên alman 2 saet dabûn rawestandin û ew negihîştibûn balafira xwe.
4- Huda Kaya hat girtin û hat berdan
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ku der barê wê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara bi zorê anîna dadgehê dabû li Stenbolê bi hinceta ku neçûye îfade nedaye hat binçavkirin. Kaya piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Kaya nîvro ji bo çalakiya Egîtîm Sen'ê ya li dijî KHK û OHAL'ê li Qada Beyazitê hat lidarxistin li qadê bû, piştî çalakiyê dema vedigeriya mala xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
5- Banga yekîtiyê li partî û rêxistinên kurdan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo partî û rêxistinên Kurdan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku divê tevahî partî û rêxistinên kurdan ji bo kongre û yekîtiya netewî gavan bavêjin.
KCK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Rewşa siyasî û şer a li Kurdistanê ji bo tevahî partî û rêxistinên kurd bên cem hev wekî bangekê ne. Wezîfeya dîrokî ya ku dikeve ser milên tevahî kurdan ew e ku ji bo kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî gavê bavêjin."