Diyarname
Her du keçên Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş Delal û Dilda ligel diya xwe Başak û kal û pîrên xwe li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê çûn serdana Demîrtaş.
Demîrtaş ji 4'ê sermawezê ve girtî ye û ji wê rojê de di odeyek bi tenê de dimîne. Yekem car zarokên Demîrtaş diçin serdana wî. Hevdîtin saetek dom kir. Piştî derketinê xanima Demîrtaş Başak Demîrtaş got ku tenduristî û morala Demîrtaş baş e, bêhiqûqiya ku wî tenê dihêle hê didome.
Peyama Demîrtaş
Di vê navberê de Demîrtaş peyamek ji bo Navenda Giştî ya HDP'ê şand. Vaye ew peyam:
- Ev têkoşîna siyasî ku me bi hev re da dest pê kirin em mecbûr man cih lê biguherînin. Lê biryardariya me ya têkoşînê, moral û coşa me ji her demê bilindtir e. Ji dil ez bi vê bawer im.
- HDP ji bo hemû gelên Tirkiyeyê tekane çavkaniya hêviyê ye. Ji bo azadî û aştiyê pêdiviya gel bi me, ya me bi gel heye ku ev girêdana me çar dîwar jî dê nikaribin sînor bikin.
- Berpirsiyariya ku dîrokê daye ser milê me ku hemû hevrêyên me wê tînin cih li vir ji bo min çavkaniya moralê ye. Bila bê zanîn ku ev rewşa dîlgirtinê dê zêde nedome. Bersiva me ya herî mezin a ji bo zihniyeta siyasî ku bêhiqûqî me li vir dîl digire dê ew be ku em HDP'yê mezin bikin.
- Ez bi ew ewle me û baweriya min be we hemûyan heye. Ez bawerim emê bi hev re şanenava xwe biavêjin bin serketinên mezin.
- Em gelek baş in û bi moral in, hûn jî wisa bin. Ez ji dil silav û hezkirinên xwe ji bo hemû hevalan dikim. Ligel dostaniyê.