Diyarname
Asta dolarê her diçe diguhere. Rayedarên Hikumta Tirkiyeyê dixwazin hemwelatî dolarên xwe hûr bikin, bikin TL. Di vir de kar û zirar çi ye? Serokê Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê yê berê Durmuş Yilmaz li ser meseleyê axiviye. Dibêje "Bi hûrkirina dolarê ji bo lîrayê qeyran derbas nabe" û van yekan lê zêde dike:
- Hemwelatiyan nêzî 90 mîlyar dolarî pereyên xwe dane ser hev. Hemwelatî bi dewletê ne bawer in. Ji ber ku dewlet ji pereyê bêrîka hemwelatiyan salane sedî 7-10 jê dibe. Serê salê te 100 lîra kiribe bêrîka xwe ew dadikeve 92 lîra, 90 lîrayî.
- Enflasyon ji asta sed3i 70-80 daketiye yek reqemî lê hemwelatî hê ne bawer e. Ji ber ku di buhayê de îstîkrar nehatiye sazkirin, ew rojên berê hê di bîra gel de ne. Di xirecira herî biçûk de ditirse û berê xwe dide dovîzê.
- Mirov dovîz hûn bike û pê zêr bikire, ev yek tu fedêya wê ji bo aboriyê nîn e. Bi vê tenê du hebûn cih diguherînin. Encax tu zêran bibî li derveyî welat hûr bikî pê dovîz bigirî, wê bînî welat, aboriyê bi vê çêbikî dibe. Wekî din tu fêdeya wê nîn e.
- Ger dovîz hê buhatir bibe fabrîkeyên li Tirkiyeyê dê nikaribin deyn û krediyên xwe bidin, wê çaxê dê mecbûr bimînin wan bifroşin. Yan ji derveyî Tirkiyeyê biyanî dê bên bikirin, yan li nav welat hin dê fabrîkeyên hinên din bi erzanî bikirin. Jixwe di dema qeyranan de wisa dibe, lewra li Tirkiyeyê serwet dest diguherîne.
- Lîraya Tirk dê buhaya qîmeta wê hê dadikeve.
(Ji rojnameya Yenîçag Ahmet Takan ligel Durmuş Yilmaz axiviye. Li Tirkiyeyê rojnameya Yenîçag rojnameyek neteweperest e. Ev nivîs ji wir hatiye girtin)