Diyarname
Herî dawî Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya hat tewqîfkirin û dewletê bi kayyûmê dest danî ser şaredariyê. Ligel Kaya, mîmara peyzajê ya şaredarî Zelal Tanli jî hat tewqîfkirin. Di vê navberê de Şaredara Dêrsimê ya berê Edibe Şahin jî hat tewqîfkirin.
Her ku diçe hejmara şaredariyên DBP'ê ku dewlet bi rêya kayyûmê dest danîne ser zêde dibe.
Vaye hejmar:
- DBP'ê bi giştî 102 şaredarî di hilbijartina 2014'an de bi dest xistibû. Dûre 4'ên din hatibûn beşdarî wan bûbûn. Ji van şaredariyan niha 33 şaredarî di destê kayyûmê de ne.
- Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli jî di nav de Heta niha 37 hevşaredar hatine tewqpîfkirin.
- Ji Şaredariyên Bajarên Mezin kayyûmê dest danîne ser Şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wan. Û ji bajaran jî dest danîne ser şaredariyên Batman, Sêrt, Dêrsim, Culemêrg, Şirnex. Ji bajaran tenê Şaredariyên Bedlîs, Agirî û Îdir niha di destê DBP'ê de ne, yên din hemû dewletê dest danîne ser wan.