Diyarname
Muşteşarê ji Mafên Mirovan Berpirs yê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Tom Malinowski li ser girtina HDP'yiyan wisa got: "Tewqîfkirina rêberên HDP'ê û mebûsên din, astengkirina înternetê, em wekî mutefîkên Tirkiyeyê em ji vê aciz bûn."
Malinowski li ser astengkirina înternetê got: "Karê demokrasiyê ew e dema li hemberî mebûsên hatine hilbijartin karek fermî bê kirin divê tiştê hatiye kirin mafdar bê derxistin, ewlehiya li hemberî edaletê bê girtin. Azadiya çapemeniyê û înternet ji bo demokrasiyek baş û aboriyê bingeh e. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku astengkirina ragihandinê rake."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Onder: Ev derbeyeke li hemberî vîna siyaseta sivîl