Diyarname
Yekîtiya Pîşeyê ya Xwediyên Berhemên Sînema û Televîzyonê (SETEM) 4'emîn Kongreya Xwe ya Asayî pêk anî. Kongreya ku bi beşdariyeke gelek delegeyan li dar ket û rêveberî hate nûkirin.
Di encamê de Mehmet Guleryuz bû serokê SETEM'ê; Mecit Beştepe Serokê Duyem, Selim Evci Sekreterê Giştî, Aydin Bagardi bû Saymanê Giştî û Huseyîn Karabey jî bû endamê rêveberiyê.
Di lijneya giştî de li ser parastina mafê telîfê yê derhêner û senarîstan hate sekinîn û bang li derhêner û senarîstên ciwan kir ku bibin endamên SETEM'ê.
SETEM di warê sînemayê de li Tirkiyeyê tekane endama CISAC'ê (Federasyona Yekîtiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Bingehîn a Navneteweyî) ye.


