Diyarname
Komara Kirimê biryar da ji Ukraynayê veqetiya ye û paşê ew bi Federasyona Rusyayê ve hat girêdan. Li bajarê Sudak a vê Komara Kirimê peykerê Lenîn ji aliyê kes an kesên nasname nediyar ve hat şikênandin.
Berdevka Şaredariya Sudakê Îrîna Dubrovskaya wisa gotiye: "Hêzên ewlehiyê li ser vê çakaliya holîganî lêpirsîn daye dest pê kirin. Peykerê Lenîn ji bo sudakiyan pêşktina bajar a di dema Yekîtiya Sovyetê de nîşan dide."
Şaredarê Sudakê Vladimir Serov jî wisa gotiye: "Emê peykerê tamîr bikin û ji nû ve biçikînin, kesên ev yek kiriye jî dê bi tundî bêne cezakirin."
Ev peykerê Lenîn ji bo 60'emîn rojbûna Lenîn di sala 1930'yî de hatibû çikandin.