AMED
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, diyar kir ku bi sed salan e li herêma wan pergala rêveberiya xweser heye û ew dê bi piştevanî û şewirmendiya gelê herêmê aboriya xwe ava bikin.
1'emîn Konferansa Aboriya Herêmî ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê amade kir, li Salona Şano ya Bajar a Şaredariya Amedê dest pê kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, nûnerên saziyên civakî yên Amedê, yekîneyên aboriyê, esanf û kooperatifên herêmê beşdarî konferansê bûn. Konferans rastî eleqeyek mezin hat. Di konferansê de plan û projeyên aboriya 2017'an têne nîqaş kirin û plansazî tê çêkirin.
Konferans bi hilbijartina diwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, diyar kir ku ew di roj û dema dîrokî re derbas dibin û hatina wan a ji bo nexşeya aboriya herêmê gelek girîng e. Anli, anî ziman ku yek ji sedemên êrîşên li dijî wan aborî ye û wiha got: "Bajarê Amedê bi sedsalan e bi pergala aboriyek xweser xwe bi rê ve dibe. Berî Komarê di qada aboriyê de Amed xwedî pergalek xweser bû. Di tarza konfederasyonê de xwe bi rêxistin dikir. Di aliyê pîşesaziyê û pîşesaziya hevrişîmê de Amed gelek pêş ketibû. Amed ger ku îro di aliyê aboriyê de paşve mabe sedemên taybet hene. Çavkaniyên ku li Stenbolê tên razandin, ji bo Amedê nayên razandin. Razemeniya li Stenbolê têkirin 25 qatan bi qasî 25 bajarên me tê kirin. Dema mirov diçe Burdurê DSÎ (Karên Avê yên Dewletê) hemû qanalên avdaniyê çêkirine û xelas kirine, lê li bajarên me ne wisa ye. Em wekî şaredarî girîngiyek mezin didin aboriyê. Ji ber vê yekê me Serokatiya Daîreya Aborî û Maliyê ava kir. Me ji sedan welatiyan re çavkaniya kar û debarê ava kir. Me modelek nû ava kir. Me binesazî û rêxistinbûna aboriyê ava kir. Me hin projeyên xwe temam kirin, yên din jî li ber temambûnê ne.
Me li Embarên Bismilê 236 dolim ji xizmetê re vekir. Li ser rêya Farqînê me 300 dolim zevî xist xizmeta welatiyên ji Sûrê koçber bûne. Ji bo welatiyên me karibin xwe bi xwe bi rê ve bibin û debara xwe bikin em derfetê ji wan re ava dikin. Me li navçeya Pasûr û Pîrane xebat meşandin."
Her wiha Anli got ku heta mimkûn be ji herêmê em dan û standina xwe bikin dê aborî bi awayekî cidî geş bibe.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku di pêvajoyek wisa de nîqaşa aboriyê gelek girîng e û wiha got: "Divê hemû aborî di destê jinê de be. Divê aboriya li Kurdistanê bê pêşxistin û rêxistinkirin. Şert, merc û derfetên aboriyê pir zêde ye. Hem şaredarî û hem jî sazî di pêşxistina aboriya li Kurdistanê de em kêm man."
Piştî axaftina Guven deriyên konferansê ji bo çapemenî hat girtin û konferans bi beşdariya endaman dom kir.