Cemil Oguz
Em carinan berê xwe didin nûçeyên "çapemeniya kurdan". Îro emê dereweke din a di vî warî de pêşkêşî we bikin.
Nûçe di "Abcagatesi" û "Zernews"ê de hatiye weşandin (30.09.2016).
Malpera "abcgazetesi" nûçe bi vî awayî weşandiye: "ABD, Suriye'de PYD kontrolündeki bölgeye büyük bir askeri pist daha inşa ediyor!" (DYA, li Sûriyê li herê ma di bin kontrola PYD'ê de pîsteke leşkerî a mezin çêdike) weşandiye.
Malpera "Zernews" ev nûçe girtine û bi vê sernavê weşandiye: "Amerika Rojava'nın Haseke şehrinde yeni bir havaalanı ve askeri üs yapıyor!" (DYA li bajarê Hesekê ya Rojava balafirgehek nû û baregehek leşerî çêdike)
Di nûçeyê de tê gotin ku li navçeya Şeddadê ya Hesekê balafirxane tê çêkirin.
Nûçeya ku Zernewsê weşandiye ji bilî sernav hemû agahiyên têde wekî ya nûçeya rojnameya ABC ye. Di ya ABC de paragrafa dawî zêde ye. Yek ji yekê ev nûçe diziye. Lê mesela me ne ev e.
Di her du nûçeyan de heman wêne bikar anîne; qaşo wêneyê balafirgeha ku li Hesekê tê çêkirin. Lê rastî ev e: Ev wêne yê balafirgeha "Qambo Bamda a Tîbetê" ye. Malpera "onlinenewspoint.com" li dinyayê 10 balafirgehên herî bi talûke rêz kirine û ev balafirgeha li Tîbetê di rêza 8'an de cih girtiye. Ev wêne jî pêre.
Bi wêneyê re her du nûçe ji serî de têk çûn. Ger foto ne yê balafirgeha ku tê qal kirin a li Hesekê be (jixwe ne ew e), wê çaxê dibe ku qet balafirgehek wisa jî nîn be û nûçe jixwe ber hatibe çêkirin...
Gelo hewce dike mirov zêdetir şiroveyê bike?
Çavkanî:
1- ABCgazetesi
http://www.abcgazetesi.com/abd-suriyede-pyd-kontrolundeki-bolgeye-buyuk-bir-askeri-pist-daha-insa-ediyor-29534h.htm
2- Zernews
http://www.zernews.com/2016/09/amerika-rojava-kurdistan-yeni-bir-havaalani-ypg-asker.html
3- Balafirgeha li Tibetê
http://www.onlinenewspoint.com/top-10-most-dangerous-airports-in-the-world/
**
Nivîsek li ser "Çapemeniya Kurdan":
- Bi 6 nûçeyan têkçûna çapemeniya kurdan