Diyarname
Hunermenda gorbihuşt Merziye Rezazî (Feriqî) di sala 1958'an de li Merîwanê hatiye dinê. Wê hê di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Rezazî ku demek di Radyoya Bexdayê de jî straye, wekî hunermendên din Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan navê wê belav bûye. Ew di sala 1978'an de ligel Nasir Rezazî zeciwiye. Wan salan ligel Nasir Rezazî û Necmedîn Xulamî kom ava kiriye, stran çêkirine. "Silaw bo Pêşmerge", "Giyanekem bo asmanî şîn", "Maçî Xudayî" û "Payîz" hin stranên wê yên wê demê ne.
Di sala 1984'an de ew û mêrê xwe Nasir Rezazî koçî Swêdê dikin. Dema Med TV vedibe, ew jî beşdar dibe û bernameyan çêdike.
Merziye Rezazî di 18'ê sermaweza 2005'an de piştî emeliyetek li Swêdê wefat dike
Em di salvegera mirina wê de wê bi hurmet bibîr tînin û straneke wê ji bo vê bibîranînê dikin Klîba Hefteyê. Fermo, Merziye Rezazî (Feriqî) "Şeş pepule":