Diyarname
Li Japonyayê bajarê Hîroşîma di Şerê Cîhanê yê 2'yemîn de bi bombekirina atomê re rû bi rû ma û êşeke gelek mezin kişand. Li Sûriyê ku rojavayê Kurdistanê jî bi awayekî fermî di nav sînorê wê de ye şerek wekî Şerê Cîhanê yê 3'yemîn didome û di nav vî şerî de bajarekî ku bi qasî Hîroşîma şerek giran lê qewimî jî Kobanî ye. Ji van aliyan ve qedera her du bajaran dişibe hev. Û niha ev Hîroşîmaya Japonyayê Kobanî vexwend bajarê xwe. Şaredariya Hîroşîma nameyeke ji bo rêveberiya Kantona Kobanî şand û bi awayekî fermî ew vexwendin Kongreya Aştiyê ya li Dijî Çekên Kîmyewî ku dê li bajarê Hîroşîma li dar bikeve.
Nameya vexwendinê ya ji bo Kobanî hat şandin û hevşaredarên Kobanî 18'ê mehê bersiv şand. Heta niha gelek şaredariyên ku dê beşdar bibin diyar bûne û serîlêdana dawî heta 30'ê vê mehê ye.
Şaredariya Hîroşîma çar salan carekê konferansê li dar dixe û niha ji bo konferansa nû amadehî dike. Di vî warî de konferansa 9'emîn di sala 2017'an de di navbera 7-10'ê gelawêjê de dê bê lidar xistin. Şaredariya Hîroşîma Matsui Kazumî ku di heman demê de Serokê Komîteya Konferansa Aştiyê ye plan dike ku konferansa sala bê li Nagazakî li dar bixe.