Şêx Zubêrê Kurdî
Gelî xwedan evîn û nevînan, mirov bi hest û ramanên xwe dijîtin. Bêyî hest û raman mirov ne rast û micîd in.
Her wiha ji bo ku mirov debara xwe bike, divê mirov kar û barekî bike.
Dema ez hê zarok bûm, ez û kalikê xwe çûn bajêr, desnimêj li me teng bû, ew çûn ber destavxaneyeke gelemperî, em ji destavê derketin, ew ê li ber dêrî doza pereyan ji me kir, kalikê min hêrs bû, lê dîsa jî rabû heqê destavê da û piştre bi dengekî bilind got, “Binêr kurê min her yek nanê xwe bi tiştekî dixe, binêr ev mêrik jî bi vî gûyî nanê xwe dixwe.
Belê, debara her mirovekî/ê li ser tiştekî ye. Hinek bi xwîdana eniya xwe, hinek bi rih û simbêl û rûdêna xwe, hinek bi civdan û badan xwe, heta hinek jî haşa ji haziran bi xwefiroşiyê debara dikin.
Em şêx jî bi mehrbirîn, nivîşt û berbejnan debara xwe dikin. Lê ez bi xwe ji wan kesên ku bi nimêjê debara xwe dikin, dikevin şik û gumanê. Gelo Xwedê (c.c.) nimêja wan qebûl dike? Heke qebûl bike, neheqî li wan kesên ku li pey wî nimêje dikin çênabe? Dawiya dawîn ew ji bo wê nimêjê ji milet pereyan distîne.
Mijareke din a ku wekî kurmê darê mêjiyê min dikoje jî ew duayên bi zimanê erebî ne, bo nimûne li şûna ku em bibêjin, “Celle Celaluhu” em heman tiştî bi zimanê kurdî bibêjin, çênabe, haşa Xwedê bi kurdî nizane? Helbet Xwedê dikarî hemû mirov bi yek reng û yek zimanî biafiranda, hingî dê pêwîst nekira ku Teyo yekperestî bikira, jixwe her tişt yek bû.Welhasil, ew ên ku bi erebî nizanin carinan tiştên tewşomewşo dibêjin. Bi taybetî ewên ku dixwazin xwe wekî bawermend nîşan bidin, yekcar ‘saçmalamîş’ dikin. Jinik li mînîbûsê siwar bûye, li şûna bibêje, min li cihekî munasib dayne, dibêje, “Min li cihekî mutaasib dayne” îcar ajokarê reben dê cihekî mutaasib ji ku bibîne, ferz-î mahal mêrik li Kadikoyê ye, divê berê erebeyê bide Fatîhê.
Carekê jî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê birêz Ahmet Turk ji bo Hz. Muhammed (silava Xwedê li ser be) peyva “Celle Celaluhu” bi kar anîbû, hinek rojname û kovarên şeytanokan henekên xwe pê kiribûn.
Berî çend rojan li Kisikliyê li ber mala Erdogan keça wî Esra Albayrak dipeyivî, wê jî li şûna ku bibêje, “Allahıma Şükr ediyorum (Ji Xwedayê xwe re şikir dikim)”, digot, “Allahıma lütuf ediyorum (Ez ji Xwedayê xwe re qenciyê dikim)”, de bila şeytanok henekên xwe bi wê jî bikin, lê nakin ji ber ku niha ew di milê hev ne, wekî çawa wan di salên 90’î bi hev re xwîna welatparêzan dirijand, îro jî bi hev re ala tirkan dihejînin.
A baş, ji ber ku mirov xwe ji rewşên wiha biparêze, divê mirov lavayî û duayên xwe jî bi zimanê xwe bike. Xwedê bi hemû zimanan dizane, lewma jî pêwîst nake ku mirov xwe bixe rewşên wiha tewşomewşo.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin