Diyarname
Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîkê ku wekîlê AKP'ê Galip Ensarîoglu di sala 2010'an de avakirina wê da girt milên xwe û divê di sala 2013'yan de temam bikira û dest bi xizmetê bikira lê hê jî temam nebûye.
Çîroka nexweşxaneyê
Her tişt wisa dest pê kir: Di sala 2010'an de xîma nexweşxaneyê hat avêtin. Li gor planê sala 2013'yan de dê temam biba û dest bi xizmetê bikira. Niha 2016 ye û hê nexweşxane nehatiye vekirin. Ensarioglu ku wekî mitehît çêkirina wê girtibû ser milên xwe çima wisa dike kes nizane û hê jî nexweyxane venebûye.
Bi ser dîroka peymanê re 3 sal derbas bûn. Herî dawî hatibû gotin ku dê di 13'yê gulana 2016'an de vebe. Dîsa venebû.
Bîn-Hasad jî pirsî
Serokê BÎN-HASAD (Komeleya Xizmeta ji bo Xizmetên Lênêrîna Extiyaran û Mafên Nexweşan) Mehdi Degîşmen roja 4'ê gelawêjê daxuyaniyek da (1) û xwest ku di kurtedemê de nexweşxane vebe. Di heman daxuyaniyê de diyar kir ku 1'ê mehê li Rêya Derveyî Bajêr qeza çêBû, beşa lezgîn a nexweşxaneya heyî alîkariya birîndaran kêr lê rewşa fîzîkî ya nexweşxaneya heyî têrê nake. Degîşmen got ku di sala 2015'an de 20 hezar, di 6 mehên pêşîn ên 2016'an de jî 11 hezar nexweş ji ber têrnekerina nexweşxaneya heyî nexweş şandine bajarên derdorê.
Bi buhaya 32 mîlyonî ye
Nexweşxaneya ku TOKÎ îhaleya wê girtiye ser xwe ji 7 blokan û cihê 250 doşekan pêk tê. Wekilê AKP'ê Galip Ensarîoglu, li hemberî 32 mîlyon 905 hezar TL avakirina wê girtiye ser milê xwe û fînansa wê jî îhaleyî "Ensarioglu Înşaat Taahhut Ticaret A.Ş" gitiye. (2)
Li gorî peymanê gere avahî di 25'ê pûşpera 2013'yan de bi dawî biba lê 3 salên din derbas bûn. Di vê demê de 3 caran îhaleya wê hat dirêjkirin
Nexweşxane bû mijara hilbijartinê
Ji bo hilbijartina 7'ê pûşpera 2015'a dema Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Davutoglu çû Çewligê got, "Nexweşxaneya dewletê ya ji 300 cihî di meha tîrmehê de, herî dereng di meha gelawêjê de dê nexweşxane bikeve faliyetê"(3) lê nexweşxane neket faliyet. Davutoglu roja 29.02.2016'an careke din li Çewligê bû û Davutoglu vê carê ji bo nexweşxaneyê wisa got: "Înşelat di 3-4 mehan de dê vebe" (4) Bi ser vê gotina Davutoglu re 6 meh derbas bûn, ew jî çû lê hê nexweşxane venebûye.
HDP'ê mesele bir meclisê lê...
Mebûsê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy di roja 08.12.2015'an de pirsiyarnameyek da Meclisa Tirkiyeyê û ji Wezîrê Tenduristiyê ya Tirkiyeyê pirsî ku çima nexweşxane venabe. Wezaretê di bersiva xwe de diyar kir ku heta 13'yê gulana 2016'an destûr dane fîrmaya çêker û wê çaxê dê vebe. Piştî ku ew roj hat, bi ser re dem derbas bû Ozsoy careke din pirsiyar name da Wezareta Tenduristiyê û pirs kir: "Ev dîroka ku we got derbas bû û nexweşxane hê neketiye faliyetê. Çima? Nexweşxane dê kengê vebe û bikeve bin xizmeta çewligiyan?"
Encam; Vaye meha gelawêja 2016'an jî xilas dibe û hê nexweşxane neketiye faliyetê.
Çewligiyan di "change.org"ê de kampanya jî dan dest pê kirin hê nexweşxane venebûye. Niha kes nizane dê kengê vebe.
Ensarioglu ku gere zûde ev nexweşxane teslîm bikira hê jî teslîm nake ku niha navê wî bi riya şîrketên paravanan ketiye nava Sûra Amedê ku tê gotin wî dest avêtiye wir jî.
2- DÎHA
4- Bingolum.com