Diyarname
Kovara Forbes lîsteya nivîskarên ku di sala 2016'an de herî zêde pere kar kirine weşand. Di rêza yekemîn de nivîskarê Rekorşikênê Guinnessê James Patterson bi 95 mîlyon dolarî di rêza yekemîn de ye
Kovara Forbes li ser kar weşana xwe dike. Kovarê nivîskarên ku herî zêde pere kar dikin kiriye mijara xwe û li ser wan lêkolîn kiriye. Di encamê de nivîskar James Patterson ketiye rêza yekemîn. Wî rêzepirtûkên li ser dedektîfî nivîsandin û di deh salên dawî, di vî warî de herî zêde wî pirtûk firotine. Li gor lîsteya Forbesê wî 95 mîlyon dolar pere kar kiriye ku bi vê bûye yekemîn. Di rêza duyemîn de Jeff Kinney bi 19,5 mîlyon dolarî tê û dûre nivîskara 'Harry Potter' J.K.Rowling bi 19 mîlyon dolarî di rêza sêyemîn de ye.
Vane lîseya Forbesê ya sala 2016'an (mîlyon dolar):
1- James Patterson $95m
2- Jeff Kinney $19.5m
3- JK Rowling $19m
4- John Grisham $18m
5- Stephen King $15m
6- Danielle Steel $15m
7- Nora Roberts $15m
8- EL James $14m
9- Veronica Roth $10m
10- John Green $10m
11- Paula Hawkins $10m
12- George RR Martin $9.5m
13- Dan Brown $9.5m