STENBOL
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bursayê, Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Bursayê li Girava îmraliyê mafên hevdîtina ligel malbatan, têkiliya bi nivîskî û hevdîtina bi telefonan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din di dema OHAL'ê de bi her awayî qedexe kir.
Ji 5'ê avrêla 2015'an ve nahêlin kes here cem Ocalan û hevdîtinê bide. Van rojan parêzeran çend caran ji bo hevdîtinê serîlêdan pêk anîn lê her car ew serîlêdan hat redkirin. Niha jî biryar hat bi 3 mehan her cure têkilî bê qedexekirin.
Duh hikumeta AKP'ê biryara Rewşa Awarte anîbû meclisê û bi dengên mebûsên AKP'ê û MHP'ê biryar fermî kiribû. Bandora Rewşa Awarte li gelek cihan hêdî hêdî xwe nîşan dide, niha li greva Îmraliyê jî vê yekê xwe nîşan da.
Îro jî parêzer û malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dabûn, Serdozgeriya Komarê ya Bursayê wekî bersiva serîlêdana parêzeran ev agahî ragihand.
Asrin Hukukê daxuyanî da
Buroya Asrin Hukukê ku li doza Ocalan dinêre û ew parêzeriya Ocalan dikin piştî vê biryarê daxuyaniyek weşand û got ku bi vê yekê mafê hevdîtina parêzer û wekîl hatiye sînorkirin, lê di zagonê de sînorkirina mafên wekîl û parêzer nîn e, ev yek wekî bêhiqûqî bi nav kir.
Asrin Hukukê ragihand ku li hemberî vê biryara derveyî hiqûqê dê di kurtedemê de îtîraza xwe bikin û ew wekî buro dê her roj ji bo hevdîtinê serîlêdanê bikin.