Diyarname
Golavêjê tîma Beşîktaşê û Tîma Neteweyî ya Almanyayê Mario Gomez peyamek weşaned û got: "Ji ber rewşa polîtîk a Tirkiyeyê ez nayêm."
Mario Gomez borservîsa di destê tîma Fiorentina de ye û par bi rêbaza kirêkirinê hatibû Beşîktaşê. Gomez par di lîgê de 26 gol avêtin û bi vê bû Qralê Golavêj ê Lîga Fûtbolê ya Super a Tirkiyeyê. Beşîktaş ku bû şampiyon keda Gomez gelek têde hebû. Tîmê dixwest Gomez ligel wan bidome û îsal jî di nav tîmê de bilîze. Gomez nû biryara xwe da. Wî piştî hewldana derbeyê ya 15'ê tîrmeha 2016'an biryara xwe û ji ser tora civakî ev peyam weşand: "Ev biryarek dijwar bû ku ez pir li ser fikirîm. Temaşevanên Beşîktaşê zehmet e ez vê yekê ji we re bibêjim lê ji sala bê li vê klûb, li pêş ev temaşevanên mikemel nelîzim. Ev biryara min bi temamî bi rewşa polîtîk a Tirkiyeyê re eleqedar e. Tu rewşek sportîf di girtina vê biryarê de nebû bandorker. Ji ber tiştên xirab ên van rojên dawî çêbûn min ev biryar girt. Ez hêvî dikim hûn dê min fêm bikin."
Gomez di peyamê de sipasiya temaşevanan û klûbê kir ku wî ligel malbata xwe demên xweş derbas kiriye û gotiye ku ez hêvî dikim di kurtedemê de ev pirsgirêka polîtîk bi awayekî aştiyane bi dawî bibe.
Bonservisa Gomez di destê Fiorentina de ye û tê gotin ku ew dê li ser daxwazên ji Lîga Serie A jêre hatine bifikire.
Gomez ku niha 31 salî ye, di Tûrnûvaya Şampiyoniya Ewropayê "Euro 2016" de di tîma neteweyî ya Almanyayê de jî lîst û gol jî avêt.