Diyarname
Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) ya Tirkiyeyê ji ber axaftinên Mebûsê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu ku di bultena nûçayan a Ozgur Gun TV de axivîbû cezaya rojek girtina televîzyonê li kanalê birî bû û ev ceza îro pêk anîn. Ozgur Gun TV ji saet 18.00'an ve hat girtin û heta 24 saetan dê ekranê wê reş, bi gotineke din girtî bimîne.
Oncu li ser qetilkirina 2 siyasetmedarên kurd ên jin axivîbû, bulten li ser vê yekê hatibû amadekirin. RTUK'Ê bi xala “Hukma 8’emîn madeya bi hejmar 6112’an a tu weşan nikare çîn, ziman, ol, netew, zayend, herêm û mezheba ji hev cuda bike û di civakê de rikê pêk bîne” ceza li kanalê birîbû.