Krîstîn Ozbey
Di salên 90’î de jiyana min di nav bajarên Kurdistanê û Tirkiyê de derbas bû. Hem xwendevan, hem xwendekar, hem keçeke nugihayî, hem koçber, hem nexweş, hem nizam çi û çi bûm ku niha nikarim hemûyan bijmêrim. Ku bijmêrim wê dîsa giraniya wan salan were li ser fikr û mêjiyê min rûnê û ez ê ji îro jî qut bibim. Hema carcarna wekî flaşback tê bîra min û heta ji min were mêvandariya hestên wan çaxan dirêj nakim, wan diqewirînim.
Îro jî ji wan rojên ku mala me li Antalya bû çend roj hatin bîra min. Li kuçeya me malbatekê tirk û pir xizan hebû. Ne ji wir bûn, yanê ew jî wekî me koçber bûn lê ji sedemên aborî. Kurê wan çûbû li Kurdistanê leş-keriyê bike û wekî efsane hate vegotin ku ew şandine îznê. Milet bi kêf û coş diçû mala wan û ji hev re behsa tiştekî dikirin. Li gor gotinan li Botanê leşkerî kiriye û gerîlayekê jin kuştiye loma ew şandine îznê. Heta digotin ku her du guhên wê şervanê jêkiriye, xistiye nav şûtika wê û niha li dîwarê malê daliqandiye. Welhasil ew ciwan 15 roj şûnde çû ku leşkeriya xwe biqedîne û were. Lê îca mirî hat mala xwe. Dewleta wî vê carê îzna bêdawî dabûyê û agir bi mala bavê wî xistibû. Lê ka ew biberxweketin, lixwemikurhatin an fikir?! Tavilê alên xwe daliqandin dora malê. Qet negotin;şer e ev, kuştin jî heye mirin jî heye, ne govend e, ne şahî ye..
Diya min ji bo xatirê cîraniyê çû hewariyê lê zûzûka vegeriya. Li gor ku ji me re got hinekan dest bi axaftinên bêehlaqî kirine û wan her du guhên di şutikê de hê jî li dîwar daliqandî ne. Yadê got “Keça min di wê malê de du zarok û du dayîkên mirî hebûn lê tenê em ji viya haydar in. Xwezî aqilê wan jî bihata serê wan, lê ka.”
Yadê çend rojan wekî gêja li dora hev diçû dihat û dihizirî. Digot, dewleta vana wan ditevizîne û ew jî bi ber bayê dewletê û bi ber bayê hev dikevin. Napirsin ku ev çi hal e em tê de ne. Ku rewş wiha be wê ev şer qet bi dawî nebe.
Ev çend meh in li bajarekî Tirkiyeyê me. Dîsa leşker tên kuştin û dîsa heman rewşa gelê tirk e. Bi her awayî hatine tevizandin û bi kîn û nefret tijjekirî ne. Qet nabêjin ku 20-25 sal berê jî heman rewş hebû û ev çend sal bûn kes nedihat kuştin. Tenê dixwazin kuştin hebe. Ev çi miletek ecêb e ku tenê bi kuştinan fehm dike ku pirsgirêkekê heye!
Êşa wan jî dibînim û êşa me jî dibînim lê ferqekî heye ku em jê ders derdixin û ew tu carî ders dernaxin. Xwe sipartine dewleta xwe û dibêjin qey wê tim û tim dinya wiha be. DAIŞ hatiye di ber devê wan de bombeyan diteqîne lê ka ew fikir ku bêje ev tişt çima tê serê me?!
Xuya ye ku ev berdewamî bi temamî ji hestiyariya me ye. Bila tu kes ji min re nebêje ku milet ne wisa ne. Wisa ne, mixabin ew piranî wisa ne. Ê me kurdan kuştinek hebe ji bo ku yeka din nebe, ji bo ku dilê tu kesî neêşe dikevin nav hewlan. Rewşeke ecêb û sosret e ku du miletên ew qas ji hev cuda ew qas sal in bi hev re ne.
Qaskî berê ji derva de dengekî bi ser dengê mele ket. Min pace vekir ku xaloyekî extiyar rûniştibû ji kezebê diqîriya digot, “Hema Allah û Allah, qey ma tu tiştekî din tune ye gidî? Her roj cenaze tên çima kes nabêje ev çi hal e. Çima me bi roj dengê xwe da, bi şev dizî û tecawiz kirin û îspat jî bûye hê jî em dengê xwe nakin. Axx sebebê van tiştan ez im jî ku min dengê xwe da wan.”
Xalo di nav qerebalixeke ew qas mezin de ew qas bi dengekî bilind diaxivî lê vî miletê tevizandî bêwate û bêhelwest tenê lê temaşe û guhdar kir an jî derbas bûn çûn bi rêya xwe de.
A hal û hewal ev e gelî temaşevanino. Du milet û rewşekê malxerab..
qristin11@hotmail.com
***
Nivîsên Krîstîn Ozbey ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji '99 Morîkên Belavbûyî' tiştên ji bo min man