Diyarname
Li Îngilistanê televîzyona Russia Today (RT) di bernameya "Goind Underground" (Daketina bin erdê) wisa hat gotin: "Hikumeta tirk li hemberî kurdan komkujiyê dike."
Ev kanalek e ku bi piştgiriya Rusyayê weşanê dike. Di vê weşana navborî ya li Îngilistanê hatiye kirin de bi giştî nûçeyên ku di medyaya mezin a welat de nayên weşandin dike ku biweşîne û wisa dibêje: "Li temamê Îngilistanê em nêrînek nû pêşkêşî temaşevanên xwe dikin."
Li ser gotina "Komkujiya li ser kurdan" saziya raçavkirina çapemeniyê ya Îngilistanê "Ofcom" lêpirsîn da dest pê kirin. Li gor nûçeya di Guardian de bername di rojên 5 û 23'yê adarê de hatiye weşandin û li ser polîtîkaya hikumeta tirk a li ser pirsgirêka kurd hatiye rawestin.
Ofcomê sedema lêpirsînê wisa gotiye: "Nîqaş li ser polîtîka û çalakiyên hikumeta tirk hatiye kirin. Em vê lêdikolin ka di vir de bernameyê rêgezên bêalîbûnê binpê kirine yan na."
RT'yê 10 sal berê li Îngilistanê dest bi weşanê kiriye û heta niha ji bir binpêkirina rêgezên bêalîbûnê 14 caran ketiye ber lêpirsînê.
Ofcom naveroka kanalên mafê weşanê li Îngilistanê girtine dinirxîne û dinêre li gor rêgezên çapemeniyê tevgeriyane yan na.


