Li Rojava li Bajarê Qamişloyê bo bîranîna hunermendê kurd Mihemed Şêxo ji aliyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk(TEV-DEM) a Kantona Cizîrê merasîmek hat lidarxistin. Merasîm bi beşadariya gelek hemwelatiyan ku li goristana Taxa Hilêliyê hat lidarxistin. Girseya li Komeleya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo civiya bi hêlkirina wêneyên hunermendê muzîka otantîk a kurdî Mihemed Şêxo û alayên TEV-DEM'ê bi stranên Şêxo ber bi goristanê ve meşiyan.
Li goristanê piştî rêzgirtinê, li ser navê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo rêveberê komleyê Bêkes Darî û li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê Ebûd Meqsû axivîn. Piştî ku girseya gel gihişt goristanê, deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî li ser navê Navenda Mihemed Şêxo Endamê Rêveberiyê Bêkes Darî û li ser navê Yekîtiya rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Meqsû, axivîn. Di axaftinan de di muzîka kurdî de rola muzîka Mihemed Şêxo û jiyana wî.
Her wiha di bîranînê de, hemwelatî li ser gorê hin stranên Şêxo strîn.
Mihemed Şêxo kî ye?
Di sala 1948'an de li gundê Xecokê yê bajarê Qamişlo hatiye dinyayê. Navê wî yê rastîn Mihemed Salih Şêxmûs e. Şeş xwişk û şeş bira ne. Şêxo pêşî li ber destê melayê gund dixwîne. Dawiyê diçe dibistanê. Hetanî pola 9'an li Qamişloyê dixwîne û dawiyê ji ber bêderfetiyan dev ji dibistanê ber dide. Ji ber bavê Şêxo, bi muzîkê re eleqedar e, ew jî ji bavê xwe tesîr digire û meyla wî ber bi muzîkê ve diçe. Dema li Qamişloyê xwendekar e Aram Tîgran dinase û meyla wî ya muzîkê hê zêdetir dibe.
Mihemed Şêxo, piştî demekê ji bo di warê muzîkê de bi pêş bikeve berê xwe dide Bêrûdê û li wir perwerdehiya muzîkê dibîne û 2 salan li Yekîtiya Hunermendên Lubnanê dixwîne. Pişt re têkilyê bi hunermend û komên muzîkê yên li Bêrûdê re datîne û pêwendiyê bi Koma Newroz û Koma Serkewtin re datîne. Di salên 1970'yî de dema li Radyoya Bexdayê distrê, Rejîma Sûrî tamûl nake û wî sirgûnê Bêrûdê dike. Lê Mihemed Şêxo ji Bêrûdê vedigere û dîsa tê Sûriyê. Her wiha ji aliyê rejîma Baasê gelek caran tê girtin û rastî şkenceyên rejîmê tê.
Mihemed Şêxo, di muzîka kurdî de bi reng û dengê xwe yî cihê gelek berhemên bêhempa li muzîka kurdî ya otantîk zêde kirin û her wiha bi vê muzîka xwe di muzîka kurdî de cihekî zexm girt û di muzîka kurdî de her wek "Bavê Felekê" tê nasîn.
Mihemed Şêxo di 9'ê Adar 1989'an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Hilêlê hat veşartin.
Di muzîka kurdî de hin stranên ku Mihemed Şêxo strîne û bi wî navdarbûne ev in: "Ay Lê Gulê, Hebs û Zindan, Dil Perîşan, Aman Dilo, Dilkuştiyê Çavên Te…"