Diyarname
Pirtûka nivîskar Evdile Koçer bi navê "Koçername" ji Weşanên Do derket. Koçer bi zimanekî mîzahî û rexneyên mijaran digire dest.
Nivîskarê malpera me Evdile Koçer berê bi navê "Govendistan" (Weşanên Pêrî, 2002) pirtûkeke derxistibû û di pirtûkê de bi zimanê xwe yê mîzahî derketibû pêşberî xwendevanan. Dûre Koçer, pirtûkek çîrokan bi navê "Mirin" (Weşanên Aram, 2006) derxist û gav avêt nav qadeke cihê. Niha jî wî bi "Koçername"yê silav li xwendevanên xwe kir.
Di "Koçername"yê de nivîsên mîzayî, rexneyî li ser civak, siyaset, li ser rewşa kurdan hene.
Ji "welatparêziya belaş", "Gelo stranbêjî, an pîvazbêjî" bigire heta "Gelo em kurd sado-mazoşîs in?", "Welatparêziya tiralan!", "Em kurd di mal de mane", "Jixwe ez dizanim", "Kurdên nû lazim in", "Kurdên di guhê gê de", "Koçerîzma" gelek mijar hene û di van mijaran de mirov rexneyê dibîne.
Ew, klîşe û tabûyên civaka kurd radixe ber çavan, dide ber rexneyan û dike ku van klîşe û tabûyan tek bibe.
Di "Koçername"yê de zimanê nivîskar Koçer herikbar e, hevokên wî sade ne, lê rexneyên wî jî tûj in.
Evdile Koçer kî ye?
Nivîskar Evdile Koçer di sala 1977’an de li Sêrtê hatiye dinyayê. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovar û rojnameyên kurdî de derketin. Nivîs û çîrokên wî li gelek cihan bûn şano û kurtelîstik. Koçer ku demekê li Swêdê li Zanîngeha Uppsalayê li ser ziman û wêjeya kurdî ders wergirt, niha li Almanyayê dijî. Koçer di Diyarname û Azadiya Welat de qunciknivîskariyê dike.
Pirtûkên wî:
Govendistan (Weşanên Pêrî, 2002)
Mirin (Weşanên Aram, 2006)
Koçername (Weşanên Do, 2009)
Ji bo xwestin û peydakirina pirtûka "Koçername":
Weşanxaneya Do
Şehit Muhtar Mah. Nane Sok. No: 5/5
Taksim / İstanbul
Tel: (0212) 243 01 56
Fax: (0212) 252 70 48
Mail: doyayinlari@hotmail.com
Koçername / Evdile Koçer / Weşanên Do / Mîzah / 128 rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.