Mîr Qasimlo
..............Artîn li nik kaniyê rûnişt, wiha bêhnekê xweş û bi nêrinekî şewadbar li rûyê kaniyê ya ku mîna teyisîna elmasê diteyisî nihêrî û:
“Zanî hevalê min ê rûteyîsînbar ê bêziman, ev kûbariya rûyê te pir dişibe avzunbariya rûyê wê kûbara ku hiş û aqil ji min sendîye.
Binêre, va ye ez dikarim te bibînin, lê ez nikarim rûyê wê mejî dizê bibînim. Ez gune me ne kaniya min. Yan tu jî mîna wan giyanxapînokan min ji malbata keran dibînî? Nexwe va ye tu nakenî û ji nekenîna te pak diyar dibe ku tu min ji malbata keran nabînî. Pirozî li te be kaniya min a evzemzemiya ne zînekar.” Wî wiha got û piştî ku wî şilihiya çavên xwe pakir, dîsa gotina xwe kudand.
Çimkî tu bêlewtî. Çimkî tu ji sî û sîbera qirêj ya ku ji bêhna devê giyandarên çikûz û hûrim ve pêkhatî, dûr î. Erê, bi sond tu evîndarê herî mezin î. Tu aşê jiyanê yî û tu jiyanê xweyî dikî. Jiyan bi te rengdar û bêzinkar û qewî dibe. Tu û evîn du bingehên qewiyê jiyanê ne. Hûn nebin jiyan kulekî dibe. Dimire. Ango bêyî we herduyan jiyan difetise, di xwe de genî dibe, têk diçe û vediguheze bazmalixa rêxê... Lê digel vê rastiya we, de were binêre va ye yek ji we bi destên giyandaran ve hatî birîndarkirin. Bêgiyan hiştine. Tu watebûna wê nemaye. Giyandar di jiyana xwe de wê wekî zêdeyiyeke erzan dibînin. Evîn... Erê giyandar bi evînê dikenin. Wê wekî pêkenokekê dibînin û radibin bi bê edebî û bêwijdaniyekê ve, henekên xwe pê dikin. Hejamendiya wê dadixînin bin lingên xwe yên bê çand.... Axx, ew lingên bêçand û ew hestên rawirî, niha bûne pêşrevê jiyana delodîn...
Zanî dostê min ê bêziman ê fêmbar, min di jiyanê de gelekî giriyên rawirî dîtin. Wan bi giriyên xwe doza ji bo lêkdana bihuşt û qamîşên hev û du, li hev dikirin. Ev girî û peyreviya wan nêr û mêyan ya ku ji bo çend kêliyên zewqê, bi me dide diyarkirin ku ez û hemû peyrevên yezdanê evînê di peytandina xwe ya ji bo vî mijar a ku me navê tekiliya rawirî lê danibû de, rast in. Lewra me gotibû ku rawir jî li hev siwar dibin. Erê, bêguman e ku ev kar pêdiviyeke giyanî ye, lê hema divê rêbaz û azîneyên giyandaran ji yên rawira cuda û bi gor rastiya wan be. Bi vegotinekê paktirîn, bi çand û bi anagorê hêjamendiya însan be.
Min divê bibêjim ku min di jiyanê de gelek girîkarên ku ji bo çend kêliyên zewqê digiriyan dîtin, lê hema min nedît ku yek ji wan ji bo evînê giriyabin. Ji bo hev hembêzkirinên ji malbata eşqê.... Bêguman navê vê yekê, ketinekî bê bîniye. Ketineke venegera tehrîbkara bêtixube kaniya min...
Axx kaniya min, tu efsûnî yî. Dilê min bi te dişewite. Lewra ez wê hikehîka kîndar a ku di dilê giyandarên de, ji bo te berz dibe, seh dikim. Lê ji ber ku hê pêdiviya wan bi te heye, ew niha bi riyakariyekî hosteyî xwe li ber te xweş dikin. Bi te re dikenin. Bi gotinên werimî yên ku kirasê riyekariya xwe kişandine ser, peyrevî û dostaniya xwe li nik te mîsoger dikin. Erê ew direwkarên terikî...
Lê kêliya ku wan rêyekî ne natur, lê çêkeriya hêsan peydakirin, bêguman e ku bêdadiya ku wan li evînê kirine, dê li te jî bikin. Hêmayên kirêtbar ên ku niha di neynika giyandaran de tê xuyandin, rastiyeke welê bi me dide zanîn. Ev yek mîsoger e.” Wî wiha got û piştî sekana qasekê
“Lê ên ku biserbikevin em in. Ez im, tu yî û evîn e. Lewra em bi giyana xwe raser in. Em qenckar in, dilgerdunîn e, bingeha jiyanê ne û bi ser de, bêrikarin. Axxx, ez bêriya wê dikim.
Erê ez bêriya wê jina ku li wî welatî sar, ji dil xwe avêt hembêza min, dikim
Û ez bêriya wê momenta ku min gul da destên wê û wê jî bi eşq gul ji destên min girt û pê re bênh kir, dikim.
Û ez bêriya wê kûbara ku gava bi hewas li rûyê min ê berazî dinêrî û pê re, çavên wê bi melûlî û xwezîtijî dişeqitîn dikim.
Û ez bêriya wê şerezaya ku li kolanakî wî welatê û ji bo min stran awazand û min jî eniya wê ya beranî maç kir dikim.
Û ez bêriya gotinên wê yên ji malbata kurdewariyê dikim.
Û ez bêriya pora wê ya kej a gulgulî û jê behneke efsûnî difûriya dikim.
Û ez bêriya dîtina bendên bersingê wê yê rengesor ê ku di ber bilûzê we yê rengekesk de xuya dibû, dikim.
Û ez bêriya dîtina kemera wê ya çermî ya serî poleyî ya ku li ser şalê wê ya tam bi gor fantaziyên min bû dikim.
Û ez bêriya wê momenta ji hev veqetînê û gava wê xeliya sor da min û ji min xwest ku ez qedrê wê bizanibim dikim.
Û ez bêriya li mêzekirina meşa wê ya têrçanda wehş dikim.
Û ez bêriya ramûsana ji hinarikên wê jina pijyayî dikim.
Û ez bêriya serî danîna nava her du milên wê yên nermbar dikim.
Axx giyana mina kûçikî, va ye tu di ewte ewta xwe de bêencam mayî û tu hêdî hêdî berev rêya heta hetayî ve diçî.
Û axxx tu kûçikê min ê esmer, te tenê goştekî ter diviya. Va ye ew diranên te yên ku bi hesreta tehmkirina gostekî ter jihevketine, wiha bi teherekî situxwar diçe nivingeha xwe ya bêdemî.
Û axxx kûçikê min ê ewtkar, tu di bêriya kesê de nîn î. Giyandar rûmet nadin kûçikan. Ji bo wan gotyar, şêr, mer û dûpişk divê. Lewra ew hêzdar in, êrîşkar in û bêguman e ku hêz, hêzdarî û êrîşkarî her yezdan hatine dîtin û ew dê werin dîtin jî. Erê ew yezdanên pûşt...!! Wî wiha got û çarekê din wiha mîna ku li hatina yekî bipê li hewirdorê xwe nihêrî. Lê di wê kêliyê de, firtoneyekî alazî di mejiyê wî de dest pê kir, wî xwe ranegirt û:
“Û ez niha li melodiya ku ji ewte ewta giyana min a kûçikî pêk hatî, guhdarî dikim.
Û ez niha li govenkarê çavrawirî yên ku li ber melodiya ji ewte ewta min welidiye, dilîzin, temaşe dikim.
Û ez niha bi tinazkarê mejîka yên ku bi giriya min a ji ber şewata evînê dikenin re, rû bi rû me.
Û ez niha giyanhirç û giyanmerên ku bi teherekî bûdaleyî, bi ser hêviyên min ên ku ew ji terî û heşînahiyê dilê min welidîne de dimizîn, dibînim. Axxx heviyên min ên bêguneh.......
Û ez niha bi hestkûjer ên ku di xuyaniyê de dibiriqin re, ji ber neçariya xwe diken im.
Û ez niha şahidî li têkçûyîna qayika evîndaran û berzbûna kêştiya giyandûpişkan dikim.
Û ez niha bi melûlî li qedeha xwe ya şerabê ya ku her tehm dida gewriya min, lê niha ji aliyê peyrevê yezdanê xapînok ve dîl hatiye girtin û bi ser de, bi çilm û balxamê ve dagirtiye, dinêrim.
Axx şeraba min û axxx dilopên min ên zewqê, hûn jî wer wekî mîn bi destê nefêmkaran hatine kûştin.” Wî wiha got û vê carê bi ser milê xwe yê rastê ve fitilî, bi kem bû û:
Ey yezdan, min bisipêre zerayeyê tenha.
Ey yezdan, min bipekîne gerdûna kûçikên fêmbar ên ku ew digel ji aliyê xwediyê xwe ve bêwate û bêqîmet tên dîtin, lê dîsa ew bi mirinahî bi wan ve girêdayîne û xiyanet li wan nakin.
Ey yezdan, min ji nav ev qanala gû dahilgire û li wargeha qirniyê rêxê bike mêvan. Lewra rêx ji gû bikêrtir e.
Ey yezdan, min di dewsa meşa bi giyandarên fêmkor de, bi keran re bide meşandin. Axx kerê min ê barkêş û axxx kerê min ê ku her roj li cîhê bilesebeb sed cohî dixwe....
Û niha ji bo haş kirina ewte ewta xwe ya kûçikî divê
Û hina ji bo min rawestandina êrîna xwe ya kertiyane û bi kesê ketî re, vexwarina eraqê divê. Lewra kesê evîndar, di çavê civakê de mirovên dîn û ketî ne.
Û niha ji bo min fetisandina dilê xwe yê rizî, rezîl, bêrûmet, bêwata, bêşerm, bê edeb, giyanzarok û li meşa dilê sermiyedaran temaşekirin divê.
Û niha ji bo min tûkirina rûyê xwe yê rûxinzirî û çepik lêdana ji bo serkeftina giyandarên ne seh kar divê.
Û niha ji min rûbadana ji jiyana ku min ji bo xwe zêdeyî dibîne û meşa berev wargeha tenhatiyê divê.
Û niha ji bo min bi bêwatebûn û bêqîmetiya xwe re, rûbirû mayîn divê.
Û niha ji bo min pîvandin û dawezandina peyreviya xwe ya wêrek û di eynî wextê de kertiyanê divê.
Erê, bêguman e ku rastiya min, carenûsa min û siûda min a giyanbarazî, tenêtî û tenhatiyekî erjeng dide ber min.
Min tenhatî û xwekûştinekî bilind divê.
Xwekûştinên bilind nejibîrin.
Û min girîgehekî bê kes û tenha divê.
Çimkî, tenhatî carnan dostê hêrî qenckar e.
Çimkî, tenhatî xwe meqeskirin û afirandinên nû diwelidîne.
Çimkî, tenhatî hunera bêdengkirin û bê ziman kirina ewte ewta bêtikûz pêktîne.
Çimkî, tenhatî hezkirinê berz dike û wê ji devên bi lewt, ji gotinên cemidî, ji nerînên heşimî, ji kenên tinazkar û ji newatedayînên lewaz û jar, diparêze.
Çimkî, tenhatî giyanadarê ku bi peyreviya giyandarekê din rabûyî, xweyî dike, qewî dike û rê li ber jê sarbûn û jê nefretkirinê digire.
Ji bo min, erê ji bo min dîwarê tenhatî û giriyê dive.
Ey jiyana min a bi xwînê ve pêcayî,
Ey şevên min ên bêdawî,
Ey mêleda min a vemirî,
Ey kêliyê min ên bi embarê êşê ve dagirtî,
Ey kenên min ên li ser lêvên min ziwa bûyî,
Ey stêrkên min ên şikestin xwarî,
Ey kezeba min a bi alazên agirê evînê ve şewitî,
Ey dilê min ê xwedî hestên kuçikî,
Ey revaçûna min a bêqidûm,
Ey rabirdûya min a kavil bûyî,
Ey pêşedema min a ji niha de bi sîwana toz û moranê ve dagirtî,
Ey bêkesîya mîn a jandar,
Ey barkêşê giyana min a giran,
Ey melavanê min ê kedkar,
Ey ajovanê keştiya jiyana min a di naverasta zerya ji rondikên min pêkhatî de noqbûyî,
Ey şivanê dengxweş û awazkarê çêrandina keriyê pêzê min,
Ey kûçikê min ê fêmbar ê ji xwedî hîşan biaqiltir,
Ey tu ew keska çavên wê delodînê,
Rabin, demjimêr ji bo meşa berev wargeha tenhatî û tenêtiyê lê dixe.
Bo min û bo we hesayitîr cih, dîwarê bêdengiyê ye ew wesleyên cestê min......” Wî wiha got û di tariya şevê de wenda bû.
**
Tebinî: Xwendevanên xoşewîst û giyandarên hêja! Ev çend hevokên jor ji beşekî xebata min a nû ya ku ev çend meh in ez li ser dixebitim e. Bi dilrehmanî û bişirîna yezdanê evînê, min dil heye ku heta dawiya meha gelawêjê biqedînim û pêşkêşê ber destê we kurmancîhezan bikim.