Amed
Li Newroza Amedê Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, mebûsa berê ya DEP'ê Leyla Zana û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr axivî. Vaye axaftina wan:
Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk:
"Li cîhanê gelek mînakên wekî pirsgirêka kurd hene. Tev bi aştiyê bi encam bûne. Em bi mantiqek çareseriyê ji derveyî kurdan hêvî dike re rû bi rû ne. Ku çareseriyê bixwazin divê bi nûnerên gelê kurd re bikevin têkiliyê. Mînaka Mandela heye. Bi salan wekî terorîstekê heta darizandin. Lazim e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê azad kirin. Hingê em dikarin bêjin aştî.
Lazim e em pir bi hêz bin. Tişte aştiyê bîne biratî û yekîtiya me ye. 29'ê Adarê ji bo kurdan rojek hejmarê û referandûmê ye. Di nav hêzên demokrasiyê de hilbijartina hebûnê ye. Dema kurdan li hemû cihên Tirkiyeyê bi taybetî li Kurdistanê nîşan da ku xwedî li nasnameya xwe xwedî derdikeve dê şatî nêzîk bibe. Ji ber vê yekê me hilbijartinê girîng dibînin. Lazim e em xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Nexwe dê bikevin dû lîstikên xapandinê. Li aliyekê dê TRT 6'an vekin û li aliyê din dê Gun TV'yê ji ber axaftina kurdî bigirin. Lê di encama têkoşîna 30 salan de ji înkarê hatin asta vekirina TRT 6'ê. Têkoşîna we dê her tiştî bîne."
***
Zana bang li Talabanî kir: Tişte di dawiyê de bê gotin di pêşiyê de nebêje
Parlementera berê ya DEP'ê Leyla Zana ku di Newroza Amedê de axivî balkişand ser konferansa neteweyî ya kurdan. Zana gotinên Celal Talabanî yên di çapemeniya tirk de derketin bi bîr xistin û wiha got: "Birêz Mal Celal ez rica dikim, tişta di dawiyê de bê gotin di pêşiyê de nebêje. Dilê me neêşîne. Ji xwe her tim dilê me hatiye êşandin. Qet nebe bila kurd dilê hev neêşînin."
Zana bang li Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan jî kir û daxuyand ku projeya aştiya mayînde hebe bila derkeve pêşberî gelê kurd. Zana diyar kir ku armanca konferansê ne 'bêçekirina PKK'ê avakirina stratejiya yekîtî û aştiyê ya gelê kurd e.
Hûn dizanin kî em anîne vê rojê. Me demekê ji zimanê xwe fedî dikir, ji kurd bûna xwe fedî dikir. Me nedixwest em bêjin 'em kurd in' Lê zarokên gelê kurd em anîn vê rojê. Ev di saya serê ciwan û dayîkên Kurdistanê de ye. Ev Newroz ya dayikên Kurdistanê ye. Ev Newroza zimanê kurdî ye. Ev ziman li cem dayikan winda nebûye. Dixwestin kurdî tune bikin. Lê dayikên kurd bi zehmetiyên mezin, bi dilovaniyek mezin kurdî parastin.
***
Baydemîr: Azadî nêz e gelê min
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ku di pîrozbahiya Newrozê de axivî, diyar kir ku gelê kurd îro peyama aştî, azadî û edelatê dide hemû gelên cîhanê. Baydemîr polîtîkayên AKP'ê jî rexne kir û bi bîr xist ku 3 roj berî niha bi boneya axaftina kurdî weşana Gun TV'yê hatiye birîn û got: "Misilmaniya AKP'ê ev e gelo? Azadiya AKP bide gelê kurd ev e? Edaleta wan ev e? Azadiya hûn bidin gelê kurd ev e? Em viya qebûl nakin. Êdî kes nikare me bi xapîne. Lê bi destûra Xwedê dê roj we re em dê hemû mafên xwe bi dest bixin. Em dê AKP'ê li vir bikin partiya tabeleyê. Em ji AKP'ê re dibêjin beza pisîkê heta kadînê ye. Me AKP xistiye kadînê. Em dê di 29'ê Adarê de jî di kadînê de bihêlin. Bila heta hetayê li wir bin. Çi dixwazin ji me. Niha qada cîhanê guhdariya gelê kurd dike. Em dê bi hev re hestên xwe tînin ziman. Ka gele kurd çi dixwaze. Edalet, edalet, edalet, aşîtî, aştîtî, aşîtî, azadî, azadî, azadî, azadî. Her bijî gelê min, her bijî berxwedana gelê min. Îro bihare, îro cejne, îro roja gelê kurd bi gelê kurd re ye. Hûn îro tîroja gelê me ne. Bi hêviya rojên azadiyê."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin