Fehîm IŞIK
Diyar e, pirsgirêk hatiye li ser statuya kurdan rawestiyaye. Ger ne wiha ba, şer careke din ev qasî bi tundî dest pê nedikir.
Ji bo nivîs were famkirin, divê bi kurtî em li bingeha vê pirsgirêkê binêrin.
Di destpêka sedsala 20’an de, Komara Tirkiyeyê hat damezirandin. Di dema şer de soz ew bû ku ew ê komar, a gelê tirk û kurdan be. Ji ber vê jî di destûra bingehîn a 1921’ê de, navê yek qewmekê tune bû, ango di 21 xalên wê destûrê de yek peyvek ‘tirk’ nedihatin dîtin. Tenê di çend xalan de peyva ‘Tirkiye’ derbas dibû.
Di sala 1924’an de, damezrînerên komarê destûreke nû çêkirin. Em dirêj nekin; pirsgirêka ku em îro li ser diaxivin, wê demê dest pê kir. Ji ber ku êdî di fermiyeta dewletê de ne kurd hebû, ne jî Kurdistan.
Mixabin, qewmên din di ber xwe nedan, li hember zilma dewletê serî tewandin. Lê kurd vê siyaseta dagirkeran qebûl nekirin. Şer kirin, ber xwe dan û axirîn car di 15’ê tîrmeha 1984’an de careke din bi şerê çekdarî re hevnas bûn.
Di siyaseta kurdan de, sala 1993 jî wekî sala 1984’an mîladek e. PKK, di sala 1993’yan de hewl da ku pirsgirêk bê şer, ango bi rêya demokratîk û bi danûstandin û muzakereyan çareser bibe.
Ev hewldana PKK’ê 22 sal in berdewam in. Lê dewlet, di vê 22 salan de tenê hebûna kurdan qebûl kiriye, heta niha tu mafên kolektîf nas nekiriye.
Roja 28’ê Sibata 2015’an Heyeta Îmraliyê û ya dewletê, bi hev re li ber raya giştî aşkere kirin ku ew ê li ser deh xalan dest bi muzakereyê bikin. Qet şik nîne, ew deh xal her weha statuya kurdan, bi taybet jî xweseriya demokratîk di nav xwe de vedişart.
Çima vedişart?
Ji ber ku nijadperestiya 92 salan a komarê rê nedida ku aliyên muzakereyê her tiştên xwe li ber raya giştî, bi aşkereyî biaxivin. Her weha rayedarên AKP’ê, bi taybet jî Erdogan, nedixwest mafên kolektîf ên kurdan li ber raya giştî were nîqaşkirin. Her çiqasî pêvajo were vê astê jî, tişteke din jî aşkere bû ku demokratîzebûn jî bi kêrî AKP’ê nedihat û mumkun bû ku piştî demokratîzebûneke berfireh ew ji ser hikûm bikevin.
Sedema xendekan, sedema tundûtûjiya dewletê, her ev in. Muzakere ew ê statu bianiya û her weha ew ê AKP’ê ji hikûma dewletê biketa. AKP’ê vê yeka bi kar anî û polîs û artêşa dewletê bi statuya kurdan tirsand. Darbeya AKP’ê ya postmodern, hêza xwe ji tirsa statuya kurdan girt.
Niha bi aşkerayî tê dîtin ku dewleta piştgirê Erdogan û AKP’ê statuya kurdan qebûl nake û Erdogan jî bi rêya polîs û artêşê hebûna xwe diparêze û ser sûcên xwe yên giran digire.
Em van pêkanînan bînin ber çavê xwe û careke din bifikirin; bi rastî jî xendek encam e, an sedem e?
Ger ên ku dibêjin sedem e, bila ji kerema xwe re ji bo destxistina statuya kurdan ji galegalê wêdetir rêyeke din bidin ber tevgera kurd…
Azadiya Welat