Zorvan Bawer
Serokê Şaredariya Sûra Amedê yê ku ji ber xebata pirzimanî ji peywirê hatibû girtin û berendamê nû yê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên 29'ê adara 2009’an de li gundê Palûkê civînek bi gel re pêk anî.
Demirbaş bal kişand ser girîngiya van hilbijartinan û got: “Ev hilbijartin di navbera du hêzan de pêk tên, Hêza alîgir a şer û ya alîgira aştiyê. Vî gelî gelekî zilm û cefa dîtiye, zor û zehmetî dîtiye, lewra jî em ji bo vî gelî çi bikin têre nake û me hemû xebatên xwe bi piştgirî û desteka gelê xwe kiriye. Dibe ku di nava van xebatên me de hinek kêmasî jî derketibin holê em ji bo wan lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Ez ne serokê şaredariya we me, ez xizmetkarê gelê xwe me, heke ev gel hebe em hene, heke tunebe em jî tune ne.”
Gelek caran afaxtina Demirbaş bi siloganên gel ên wekî deng namûs e, namûs nayê firotin hate birîn.
Demirbaş di dawiya axaftina xwe de mizgîniyek da xelkê gundê Palûke û got ku sibe bi beşdariya Serokê DTP’a Amedê Alî Şîmşek û Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemir dê sibe der dora 10 malbatan ji vî gundî derbasî partiya DTP’ê bibin û ew dê li partiya xwe vegerin.
Piştî rojekê wekî ku hatibû plankirin Osman Baydemir, Alî Şîmşek, Abdullah Demirbaş, serok û rêveberên DTP’a navçeya Sûrê bi girseyek mezin çûn gundê Palûke û merasîma tevlêbûna wan malbatan derdora 10 malbatan pêk hat; wekî ku dibêjin ew jî vegeriyan nava refê xwe.