Diyarname
Îro li Meclisa Tirkiyeyê ji bo hevdîtina li ser bernameya 64'emîn hikumetê nîqaş dê çêba. Bi kuştina Elçî re rojev veguherî ser nîqaşê. Mebûsên HDP'ê wêneyên elçî li ser maseyan danîn.
Li ser gotina mebûsê AKP'ê ku got "Hedef polîs bû, êrîş ne li dijî Serokê Baroyê bû", mebûsê CHP'ê Veli Agbaba bi gotina "Di destên we de xwîn heye" gotin birî, mebûsê HDP'ê Lezgin Botan jî got "Hûn qatil in."
Li ser gotina Mehmet Naci Bostanci yê AKP'yî ku got "Divê aliyê çep, rast, her alî ve lêkolîn bê kirin", Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken got, "Hûn mecbûr bûn ewlehiya canê wî biparêzin, hûn ne partiya li muxalefetê ne. Serokê Baroyê tê kuştin hûn li gotina xwe binêrin, eyb lo!"
**
Nûçeyê eleqedar: