Diyarname
Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul hatin tewqîfkirin.
Piştî lêpirsîna der barê Can Dundar û Erdem Gul de îro Dadgeha 7'emîn Sulh Cezayê ya Stenbolê der barê wan de biryara girtinê da. Rojnameya Cumhuriyê li ser TIR'ên ku çek dibirin Sûriyeyê lê li Edeneyê hatibûn rawestandin nûçe çêkiribû. Li ser vê yekê doz li wan hatibû vekirin.
Dozger bi îdîaya "Endambûna rêxistina terorê ya çektar, casûsiya siyasî û leşkerê û eşkerekirina belgeyên aîdê ewlehiya dewletê ku divê neyên eşkerekirin" Dundar û Gul darizandin û di dawiyê de biryara tewqîfkirina wan da. Doz li ser daxwaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hatibû vekirin. Duh jî Erdogan gotibû "TIR barê çekan bibin dê çi be, nebin dê çi be?" û îro Dundar jî di parastina xwe de ev gotin bibîr xist û got: "Ez jî bi heman awayî dibêjim ev nûçe bê weşandin dê çi be, neyê weşandin dê çi be."